Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!
2018-11-14 14:27     381 Car hatiye dîtin      Şîrove
Berpirsê Desteya Rêveber ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar
(Hêvîdarim ev gotara min ji bo zimanê îngîlîzî û turkî bê wergerandin.. Belkû karbidest bixwînin.)
Heftiya raborî, paş bi salan ji pirsên biçûk û mezin yên nêvbera endamên NATOyê Amerîka û Turkiye, di encam de sê serkirdeyên PKKê (Mûrad Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan) bi terorîst hatin nasîn û bi milyonan dolar jî xelat ji bo serê wan hate danîn. Ev biryar di vê rewşê de ne dihat çaverêkirin. Lê, ev jî encamê berjewendiyên hêzên mezîn e. Siyaseta hêzên mezin ya paş Sykes_Picotê (1916) zelal dike, bagera berjewendiyên wan ku rastî metirsiyê hat; prensîp, dostayetî, felsefe, azadî û mirovayetiyê dikin jêr pê!!
Amerîka ji Cengê Duyem ve bi piştevanîkirina mafên çarenivîsa gelên Rojhilatê Awrûpa, paş cengê sar, serkeftina herî mezin bidestxist ku hêviya berfirehkirina demokrasiyê dibexşî. Bi herifandina Rejîma Sedam, Başûrê Kurdistanê ji bo cara yekê, piştevaniya mezin lê hate kirin. Bi navê Buhara Erebî jî bergeha azadiyê xist rojevê; dîsan Amerîka, helwestê piştevaniya xwe ji bo nîşan da, baş bû.
DAIŞ jî ku hat rojevê û berjewendiyên Amerîka û Rojavajî ketin metirsiyê, Amerîka rola herî bi bandor ya dijayetiya DAIŞê û piştevaniya Pêşmerge û beşek ji hêzên din yên dijî DAIŞê, gerand.
Navber bi navber jî ku helwestê Amerîkayê ya li dijî dijminên demokrasî û binpêkirina mafên mirov, dihat ragihandin, siyaseta Amerîka baştir deng vedide. Herwiha...
Ji bo xwendina berdewamiya gotarê vê lînkê bitikîne:
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir