Devera Raperîn û Pişderê herdem pêşengiya berdêldayînê di tevgera rizgarîxwaziya Gelê Kurd de kirin e

  2020-09-08 01:57      110 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, ligel endamên encumena serkirdayetiya devera Raperîn û Pişderê civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (07-09-2020), li Ranye, ligel endamên encumena serkirdayetiya devera Raperînê civiya.
Lahur Şêx Cengî bi hurgilî behsa devera Raperîn û Pişderê kir ku herdem pêşengiya berdêldayînê di tevgera rizgarîxwaziya Gelê Kurd de kirin e.
Lahur Şêx Cengî, got: “me gotûbêj liser pirsgrêkên devera Raperîn û Pişderê kir û me tekez kir ku divê em zêdetir bi dengê daxwaziyên şêniyên xelkê wê ve biçin”.
“Aşkereye, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ligel maf û azadiyên xelkê Kurdistanê ye û nerêgir e li xwepêşandan û daxwazên wan yên rewa; lê, qed ne ligel têkdan û şewitandina baregahan e. Jiber vê jî me hevalên serkirdayetiyê yên deverê erkdar kir ku di demek kurt de raporekê di derbarê pirsgrêk û kêmasiyên sînorê de amade bike, daku YNK bi rêya nûnerên xwe yên di hikûmetê de arişên deverê çareser bike”.
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, da zanîn; di civînê de liser vê mijarê jî axivîne ku ewên dibin hevîna pirsgrêkan û destê xwe bi mulkê giştî werdidin, bikevin bergeha tedbîrên yasayî. 
Puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî