Xebata YNKê ji bo baştirkirina jiyana xelkê dê berdewam be

  2020-09-10 02:56      57 Car hatiye dîtin        Şîrove
Lahur Şêx Cengî: Em milberdar nabin heta jiyana xelkê hemû Kurdistanê baştir nekin

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) dê xebata xwe bidomîne ji bo baştirkirina jiyana xelkê hemû Kurdistanê.
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, di nivîseka xwe ya tora civakî feysbûkê de ragihand; ranawestin heta ku jiyana xelkê li seranserê Kurdistanê li bajar, bajarok û gundan rengûreng û avedantir nekin. 
Lahur Şêx Cengî di nivîsa xwe de destxweşî li Dezgeha Mirovî ya Mam (MHF) û li wan hemû xêrxwazan jî dike ku bi karê nûjenkirina Nexweşxaneya Dr. Cemal Tahîr ya Zarokan rabûne û carekî din hêvî ji bo zorakên çavgeş yên Kurdistanê vegerandin e.
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî