YNK û PDK gotubêjê li ser yasaya hilbijartinê ya Parlementoya İraqê dikin

  2020-09-12 18:30      127 Car hatiye dîtin        Şîrove
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gotûbêjê li ser yasaya hilbijartinên giştî yên Parlementoya İraqê dikin

Dezgehên hilbijartinê yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), îro (12-09-2020), li baregeha YNKê li Silêmanî civiyan û gotûbêj liser yasaya hilbijartinê ya Parlementoya İraqê kirin. 
Di civînêkî hevbeş ya rojnamevanî de hat ragihandin; herdu alî hevra ne ku vê mijarê ligel aliyên din yên siyasî yên Herêma Kurdistanê binirxînin ji bo pêkanîna gotarekî yekgirtî ya Kurdistanê li Bexdadê; hevdem, herdu aliyan yekhelwestiya aliyên siyasî di dariştina her yasayekê ku ji aliyê Parlementoya İraqê ve tê derxistin, bi grîng zanîn.
Di civînê de dezgehên hilbijartinê yên YNKê û PDKê, dan zanîn ku hewlên wan ji bo gotûbêjkirina vê mijarê ye ligel aliyên siyasî û bigihêjin wê encamê ku kok bin liser her bijardeyekî ku xizmeta Gelê Kurd û hemwelatiyên Kurdistanê û navçeyên kurdistanî bike. 
Herwiha, diyar kirin ku herdu alî dê hewl bidin pêgeha Kurd li Parlementoya İraqê bihêztir bikin û kurdistaniya navçeyên kurdistanî jidest nedin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî