YNK piştevanê krîstiyan û pêkhateyên din e

  2020-09-15 22:26      130 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê piştevaniya xwe ji bo krîstiyan û pêkhateyên din dubare kir

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (15-09-2020), li Silêmaniyê, pêşwazî li Serokê Esaqîfeya Ebrişiyê li Silêmanî û Kerkûkê Dr. Yusif Toma Murqis kir.
Dr. Yusif Toma Murqis, pîrozbahî li Lahur Şêx Cengî kir bi helkefta wergirtina postê hevserokatiyê.
Herdu aliyan behsa wê yekê kirin ku krîstiyan li İraq û Herêma Kurdistanê pêkhateyekî resenin û herdem bi giştî alîgrê aliyê baş bûn e û jiber vê jî Serok Mam Celal grîngiyek taybet bi krîstiyanan dida.
Hevserokê YNKê tekez kir ku ew li ser heman rêbaza Serok Mam Celal dê berdewam bin ji bo piştevanîkirin li krîstiyanan û hemû pêkhateyên din li İraq û Herêma kurdistanê; çunkî, brayetî û bihevrejiyan felsefeya karê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye bi taybetî jî li Kerkûkê.
Di derbarê kar û projeyên xizmetguzarî û mirovî de Lahur Şêx Cengî, tekezî li ser piştevaniya temam ya xwe û Hevserokatiya YNKê kir. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî