YNK li ser bingeha parastina berjewendiyên Gelê Kurd siyaseta hevseng li Rojhilata Navîn peyrew dike

  2020-09-23 14:36      70 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê û Nûnerê Serokê Amerîkayê James Jeffrey civiyan

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), roja Sêşemmê (22-09-2020), li Hewlêrê, pêşwazî li nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê yê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê û nûnerê taybet yê Amarîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê James Jeffrey kir. 
Di hevdîtinê de herdu aliyan bi hûrgilî gotûbêj li ser pêşkevtin û guherînên dawîn yên siyasî, aborî û ewlehiyê kirin. 
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, bi zelalî behsa siyaset û stratejiya YNKê ji bo rewşa siyasî û ewlehiya Herêma Kurdistan, İraq, Sûriye û Rojhilata Navîn kir; siyaseta hevsengî, hemahengî û alîkariya hevbeş ji bo pêkanîna îstîkrara siyasî li Rojhilata Navîn bi mercê parastina berjewendiyên bala yên Gelê Kurd, granbuha zanî. 
Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdadê û pirsgrêkên nehatine çareserkirin de Bafil Talebanî tekezî li ser xwasta YNKê ya di çarçoveya destûrê de çareserkirina pirsgrêkan kir  û ragihand; hemû hewlekî YNKê di çarçoveya siyaseta şirîkiya rastîn û hevbeş de ye ku berjewendiyên bilind yên herdû aliyan têde parastî bin.
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, berdewamî û hemahengiya zêdetir ya bi hev re ya nêvbera Herêma Kurdistan û hevpeymaniyê ji bo nehiştina metirsiyên DAIŞê û paşmayên terorîstan bi grîng zanî  û daxwaza zêdekirina hevkariyên zêdetir kir ji bo Hêza Pêşmerge di warê alavên serbazî û perwerdeya serbazî de û ev yek ji bo ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn granbuha zanî. 
Hevserokê YNKê, tekezî li ser berdewambûna piştevaniya Amerîkayê û xurtkirina peywendiyan di hemû waran de kir.
James Jeffrey jî di axaftina xwe de spasî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir ku hevkar û piştevanê serekê bû ye di şerê dijî DAIŞê de û tekez kir ku piştevaniya welatê wî ji bo Hêza Pêşmerge, hêzên li İraq û Sûriyê dê berdewam be ku hêj şerê dijî terorê dê berdewam be. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî