Serokatiya YNKê êrişa terorîstî bo ser Xêlî Heme şermezar dike

  2020-09-24 17:17      72 Car hatiye dîtin        Şîrove
19 sal beriya niha, 43 pêşmergeyên YNKê bi destê terorîstên Cind El Îslam û Ensar El Îslam şehîd bûn

19 sal bi ser karesata Xelî Heme re derbas dibe û 23ê Îlona 2001ê de dijminên ronahî, aramî û ewlehiyê, terorîstên Cind El Îslam û Ensar El Îslam bê guhdan bi buhayên mirovatiyê, destên xwe yên reş gîhandin gundê Xêlî Heme û 43 pêşmergeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li navçeya Şarezûr ku bi dîl girtibûn şehîd kirin û paşê laşên wan şêwandin. 
Di demekê de ku em wê karesatê bibîr tînin, wek Serokatiya YNKê em xwe bi deyndarê xwîna şehîdan dizanin û serê xwe li ber astê mezinbûna wan şehîdan û şehîdên şerê terorê û hemû şehîdên Kurdistanê diçemînin.
Komelên xelkê Kurdistanê!
YNK wek aliyê sereke û yekemê qurbaniyê destê terorê û şerê rûbirûbûna terorê, herdem li eniya pêş ya dij bi tarîkperest û dijminên azadiyê bû ye; YNK yekem hêza Kurdistanê û İraqê jî bû di şerê dijî terorê de ji Xaneqînê heta Mexmûrê û li Rojava û Kobanî jî Hêza Pêşmerge û dijeteror û hêzên asayîş û navxwe rûbirû DAIŞê bû ne û bi ser wan de zal bû ye û me bi sedan şehîd bexşiye bi Kurdistanê. Di siberojê jî de emê berdewam bin û hemû hewlên me ji bo îstîkrara siyasî, ewlehî û parastina Herêma Kurdistanê ye. 
Çunkî, nabe metirsiya serhildana terorê û xwerêxistina terorê liber çavan neyê girtin, rûbirûbûna terorê jî bi bê yekrîzî nabe û heta dawî bi reh û rîşalê hizra tûndrewiyê neyê anîn, teror dê berdewam be. 
Ji bo vê jî pêwîstî bi berdewamî û hemahengiya zêdetir ya berfireh ya navbera hêzên Herêma Kurdistan, İraq û hevpeymaniyê heye û piştevaniya xelkê xwe emê Kurdistana xwe biparêzin û armanca nehez û terorîstan bi gor bikin û kar ji bo Kurdistanekî avadantir û aramtir bikin. 
Di vê rojê de em hemû aliyekî dilniya dikin ku jiyan û debara malbatên şehîdan bi karê xwe yê sereke dizanin û hewlên me dê berdewam bin ji bo baştirkirina jiyara jiyana wan û zêdetir pêşkêşkirina xizmet ê.
Dubare serê rêz û wefayê li ser kêla serbazî ya şehîdên karesata Xêlî Heme û şehîdên Kurdistanê diçemînin û rêza bê payan ji bo kesûkarên wan yên serbilind. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî