Hevserokê YNKê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Awrupayê (YA) kir

  2020-09-25 16:26      88 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK herdem fakterek bû ye ji bo berdewamiya proseya siyasî li İraq û Herêma Kurdistanê

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, roja Pêncşemmê (24-09-2020), li Silêmanî, pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Awrûpayê yê li İraqê Martin Hûs kir. 
Di civînê de gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî, ewlehî û aborî  yên li İraq û Herêma kurdistanê rû didin, hat kirin. 
Balyozê YAyê pîrozbahî li Lahur Şêx Cengî kir jiber hilbijartina wî wek hevserokê YNKê. 
Lahur Şêx Cengî jî ronahî xist li ser lidarxistin û serkevtina kongreya çarem û ragihand; YNK bi peyrew û progam û peykerbendeka nû, pêngavan di xizmeta civaka Kurdistanê de diavêje.
Hevserokê YNKê, bi rêya diyalog û zimanê hevpar çareserkirina tev pirsên nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê û di çarçoveya destûrê de rêkevtina herdu aliyan, granbuha zanî.
Lahur Şêx Cengî, piştevaniya xwe û partiya xwe ji bo çespandina aştî û aramiyê li İraqê dubare anî zimên û daxuyand; YNK wek hêzekî siyasî ya sosyal demokrat, herdem fakterek bû ye ji bo berdewamiya proseya siyasî û çespandina aramî û îstîkrara siyasî li İraq û Herêma Kurdistanê  û dê li ser vê siyasetê jî berdewam bin. 
Di derbarê peywendiyên YNKê û PDKê de Hevserokê YNKê got: “wek du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê emê berdewam bin li ser alûvêra bîrûra û ji bo bigîhijin lihevtêgîhiştina hevpar li ser hemû pirsgrêkan bi taybetî ew mijarên ku nerînên cûda li ser in. Wek YNKê, em dixwazin şirîk û hevbeşê rastîn bin di hikûmetê de û beşdar bin di hemû movikên hikumraniyê de û divê zelalî di dahat û çavkaniyan de wek bingeh liber çavan bê girtin”.
puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî