Di salroja koça Serok Mam Celal de Ala Kurdistanê heta nîvê hat daxistin

  2020-10-03 12:53      50 Car hatiye dîtin        Şîrove

Danê vê sibehe (03-10-2020) li avahiya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di merasîmekê de Serok Mam Celal hat bi bîranîn. 
Bi helkevta sêyemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal, li avahiya Polîtburoya YNKê, Ala Kurdistanê heta nîvê hat daxistin û bi bêdengî rêz li ruhe pak yê Serok Mam Celal hat girtin.
Îsal, jiber metirsiya zêdetir belavbûna vîrusa koronayê, merasîm li ser mezarê Serok Mam Celal nayê lidarxistin.
Serok û raberê dîrokî û Sekreterê Giştî yê YNKê Mam Celal, jiber nexweşiyê, roja 3ê Cotmeha 2017ê, li Almanyayê koça dawî kir.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî