Pêwîste miaşên mamoste û fermanberên perwerde karê sereke yê hikûmetê be
2020-10-05 21:07     520 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Serokatiya YNKê bi helkevta roja cîhanî ya mamosteyan
Peyama Serokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi helkevta roja cîhanî ya mamosteyan:
Mamoste pêşengên gel in, hêja û pîroz be bîranîna roja cîhanî ya mamosteyan.
Destpêkirina proseya xwendin û perwede, çareserkirina pirsên kerta perwerdeyê, vegerandina miaşên mamoste û fermanberên Wezareta Perwerdeyê, pêwîste ji karên sereke yên hikûmetê be.
Civaka pêşkevtî û geşbûyî bi granbuha û giringzanîna perwerdeyê durust dibe, mixabin çend salek e ev kerta şaristaniyê li welatê me paşekişê pê hatiye kirin ku ev jî di encam de pirsgirêkan ji bo siberoja gelê me durust dike.
Çavên me hemuyan li siberojek e ronaktir e ji bo welatê me, lê bi vî cûrî niha ku heye û kerta perwerdeyê tûşî şikestê hatiye kirin, wê hêviya mê pêk nayne. Berovajî, metirsiya paşdeketin û hejarî û tarîkî çaverê me dike, ger bi zûyî pirsa perwerde neyê çareserkirin.
Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, em xwe bi xemxwir û piştevanê vê texê ya giring ya civakê dizanin û hêviya me ewe ku awirekî ciddî li pirsa perwerde û jiyan û debara mamosteyan bê dayîn.
Serokatiya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir