Pêwîste berpirs bên nava girseya gel û ji pirsgrêkan haydar bin

  2020-10-13 13:03      88 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî gîhîşt Qeladizê

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Îdareya Raperînê de, îro (13-10-2020), gîhîşt navçeya Qeladizê.
Lahur Şêx Cengî ji aliyê girseya gel ve  bi germî hat pêşwazîkirin. Hevserokê YNKê di axaftina xwe de ku pêşkêşî xelkê Qeladizê kir, ragihand ku YNK di nav gel de durust bû ye û herdem dê ligel êş û jana xelkê bin. 
Lahur Şêx Cengî, got: “YNKê ew model guherand ku divê girse serdana berpirsan bike, niha berovajî pêwîste berpirs bên nava girseya gel û ji pirsgrêkan haydar bin”.
Hevserokê YNKê di derbarê hevkariyên ji bo kerta tenduristiyê de ragihand; ligor karînê hewlên çaserekirina pirsên kerta tenduristiyê didin û daxwazkirina miaş mafê rewa yê xelkê ye û nabe korona wek sedema rûxandina jiyana xelkê bê dîtin. 
Biryare, hevserokê YNKê ligel çîn texên civaka Qeladizê bicive.

Puknow
Metîn Mihemed


Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî