YNK, hikumraniya niha ya bi vî awayî qebûl nake

  2020-10-15 12:50      198 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK tekezî li ser projeya nemerkeziya îdarî û darayî dike

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, ragihand; YNK, hikumraniya niha ya bi vî awayî qebûl nake û pêwîste çaksazî di boriyên petrolê de bê kirin; zêdetir ji 200 milyon dolaran bi navê kirêyên kompanyayan venagere ji bo xezîneya hikûmetê, neku hikûmet miaşê fermanberekî ku 300 hezar dînar werdigre kêm bike û bêje; min çaksazî kirî ye.
Serdanên hevserokên YNKê ji bo bajar û bajarokan dê bidom e
Lahur Şêx Cengî, paş serdana xwe ji bo Îdareya Raperînê (Ranye, Qeladizê), peyamek belav kir û ragihand; paş Kongreya Çarem ya YNKê serdanên wî ji bo hemû bajar û bajarokan dê berdewam bike, daku ji nêz ve ji pirsgrêk û daxwazên gel haydar be. 
Lahur Şêx Cengî, qencî, wefadarî, egîdî û têkoşeriya xelkê devera Raperîne granbuha zanî û diyar kir ku li beramber kemiya xizmetguzarî, bê miaşî û çendîn pirsgrêkên din, lê çavê xelkê Raperînê hêj li partiya xwe ye û hêviyên xwe li ser hûnandine ku xizmeta wan bike. 
Lahur Şêx Cengî bi cûda ligel berpirs û kadroyên partiya xwe, rêveberên îdarî û girseya gel, hêzên Pêşmerge, fermandar, piledar, kesayetiyên olî, kasibkar, genc û hemû çîn û texên civakê civiya. 
Rol û xebata xelkê deverê di dîrok û şoreşa nû de granbuha nirxand û daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar kir ku ji raboriyê zêdetir xizmeta xelkê bikin û guh li dengê wan bigrin û pisgrêkan wan çareser bikin.
YNK hevkariya maddî û pêdiviyên tenduristiyê gîhand deverê 
Lahur Şêx Cengî bi hûrgilî li ser rewşa koronayê û pirsên tenduristiyê yên deverê zanyarî wergirt; hevkariya maddî û pêdiviyên tenduristiyê gîhand deverê û bi serdanên meydanî bo nexweşxane û bingehên tenduristiyê moral da bi xelkê. Herwiha, guh li daxwaz û pirsên wan girt û çareserkirina arîşe û dabînkirina pêdiviyan wan jî xist programa karên xwe yên sereke.
Divê reform di boriyên neftê de bê kirin
Lahur Şêx Cengî di peyamên xwe de bal kişand li ser rewş û debara jiyana miaşxwiran û ragihand; divê çaksazî (reform) di boriyên petrolê de bê kirin, zêdetir ji 200 milyon dolaran bi navê ‘kirêya kompanyayan’ ji xezîneya hikûmetê derdikeve. Jiber vê jî divê çaksazî di boriyên petrolê de bê kirin. Neku hikûmet, miaşê fermanberekî ku 300 hezar dînar werdigre kêm bike û bêj ê; min çaksazî kiriye. 
YNK tekezî li ser projeya nemerkeziya îdarî û darayî dike
Lahur Şêx Cengî, daxuyand ku ew tekeziyê li ser cîbicîkirina projeya nemerkeziya îdarî û darayî dikin  ku pêştir yek ji xalên temelê avakirina hikûmetê bû û dibêje: “YNK, hikumraniya niha ya bi vî awayî  qebûl nake, çunki, dema li devera Raperînê xwepêşandan tên kirin, xelkê rexne li YNKê digirt; wate, madem ku di rexnêgirtinê de pişka şêr li ber YNKê dikeve, divê di biryardana hikumetê jî de pişka şêr li ber YNKê bikeve”.
Hevserokê YNKê di dawiya peyama xwe de YNKyiyan dilniya dike ku yek ji programa karên wan yên piştî kongreyê, serdankirin û çûn nêv xelkê ye; lewre, emê serdana hemû bajar û bajarokan bikin û emê biçin nêv girseya xwe ku YNK ji nav wan derketiye û herdem ligel êş û janên wan bû ye. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî