Mam.. Azadiya te baş

  2020-10-15 13:48      53 Car hatiye dîtin        Şîrove
Gotara endamê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar bi helkevta sêyemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal

Sê salin, Kurdistan û azadiyan, İraq û Rojhilata Navîn, rondikan ji bo nemana darên kesk yên azadiyê dibarînin.. Firmêsk ji bo ew raberê, endazyarê fedakar yê dawî şerê navxwe yê Kurdistanê bûn. Lew di nehiştina şerê navxwe yê İraqê jî de Mam Celalê semamê eyman bû! Dikarî bi yek mewdayê di nêvbera Şîe û Sunne, Kurd û Ereb, Turmen û Krîstiyanan, Kakeî û Êzdiyan, çep û demokrat û rastgiran de bisekin e.

Endazyarek, peywendiyên hêzên kurdistaniyan bi cûrekî rêkxist ku birînên kûr yên berê û nû yên şerê navxwe, sarêj kir. Du raberee neyarê kurdayetiyê yên herî mezin di nîv sedsalê de kir bi hevsenger (Talebanî û Barzanî).

Mam!

Di dîroka xwe ya siyasî de xwediyê gellek şanaziyên dîrokî ye. Bi raya min, pênc şanazî ji hemû şanaziyan mezintirin.

Yekem: Destpêkirina şoreşê paş xiyanetnameya 1975 ya Cezaîrê.

Duyem: Çareseriya bingehîn ji bo şerê navxwe, paş Rêkevtinnameya Waşingtonê - 1998.

Sêyem: Bawerbûna reha bi demokrasî û azadî û mafê jin.

Çarem: Çespandina Federaliya Kurdistanê.

Pêncem: Kesûkarê şehîd û Pêşmerge gellekî xweş diviya.

Di encam de destpêbûna şoreşê, ligel hemû kêmasî û karên ne di cîh de gîhîşt serhildanê û serhildan jî heta hilbijartinê hat gîhandin; hilbijardin jî taca federaliyê danî ser serê netewa Kurd!

Nehiştina şerê navxwe di nêvbera YNKê û PDKê de herdu aliyan ji bo qonaxa herifandina Seddam amade kir û paş Seddam jî destûra herdemî, federalî û Maddeya 140 hate rojevê. Wa niha jî bandora aştiyê li ser Kurdistanê ma ye. Lew, pirsên hêzên Kurdistanê zêdetirin ji serdema şerê navxwe, lê çanda aştiyê hêj zal e!. Sala 1994ê tenê gumrika Brahîm Xelîl çavkaniya sereke ya şeran bû, niha çendîn gumrik û talanê petrolê û şîrînî jî zêde bûn e, lê şer jî naqewim e!!

Azadiyan jî.. di vê de ye, Mam dizanî di welatekî paşketî taze serfirazkirî ji şerê navxwe de, cîbicîkirina azadiyan dijwar e. Lew, li çiya druşma “nan û zadî” bilind kir. Helwestê herî baş ji bo nivîser û rewşenbîran hebû. Ev jî bi berevanîkirin li çîroka “segwer” ya Mihemed Mukrî ve berceste kir.. ku wiha anî zimên: “nivsîn bi nivsîn û gulle bi gulle, bersivê bidin”.

Paş serhildanê jî (1991) nan û azadî berdewam bû. Ku ez bûm bi berpirsê Rêkxistinên Demokratîk, heyvane hevkarî digihand zêdetir ji 500 nivîser û hunermendan. Heta rêkeftina neftê beramber bi xwerekê, berdewam bû. Heta bêje bes azadî jî da bi wan. Hêj ji çeperan behnkizîrina bextreşiya 31ê Tebaxê dihat, me Festîvala Gelawêj saz kir.

Rêzdaran Mam û Kosret Resûl Elî piştevanî kirin.

Di beşekî festîvalan de Mam bi xwe amade dibû.. Tekez jî dikir; azad bin, rexne bigrin û ji min jî destpê bikin.

Her di dirêjiya vê siyasetê de “Platforma Azadiyê ya Parka Azadî” durust kir û got: “hemû aliyek û hemû nivîserek azad e li vir, rojekê hilbijêre ji bo rexneyên xwe û nerînên xwe û nerazîtiyên xwe.

Mam.. ku digot ji min destpê bikin, armanca wî rexnegirtin bû li şaşiyan.. siyasetên xwe, nerînên xwe û YNKê, nekû pesn dayîn. Dizanî di şoreş û paş serhildanê de gellek şaşî hatine kirin. Kêmasî jî pir in. Lew, dest û pênûsên nivîseran ji bo rexnegirtin ê azad dikir. Mam, qed ji rexne neditirsiya.. Tenê milhur û zilimker (zordar), rê nadin rexne li wan bên girtin û ji rexne ditirsin.

Em di despêka pêvajoya dawîn rêkevtinê de bûn ligel PDKê ku biryar bû civînekê parlementoyê bînin Silêmaniyê. Pirtûkên seyr seyr li ser dîroke Komele û YNKê li devera zer hatin weşandin; hetta, pêşengê şehîdên Kurdistanê Şehab Şêx Nûrî jî têda wek zilamê rejîmê hatibû diyarkirin, lê Mam her guh neda bi wê  û got: “çarenivîsa Kurd ji van pirtûkan muhîmtir e”.

Mam.. xwedî karînekî xurt bû, pirsgrêk ketibû nav YNKê û gendelî di hikûmetê de zêdetir dibû.. Min di Çavdêr de gotarek nîvsîm û nivîsim:

“Mam Celal.. Ez naxwazim çarenivîsa te, wekî Jawaharlal Nehru, Cemal Ebdulnasir, Kastro û Kim Il-sung be.. Dixwazim, ti wek bavê danerê esasê demokrasiyê bikeve dîrokê”. Gotara min, xwendibû. Bangî min kir û got: “dest xweş Mela Bextiyar”.

Çavdêr.. Tekane rojnameye di nav partiyên Rojhilata Navîn de, min ji Mam Celal rabîna, bi bê biryara sekreterê giştî dest bi çap û weşanê bikim. Paş 13 hejmaran, Çavdêr dîti bû.. Dîsan bangî min kir û got: “heqbû.. tê zûtir derxisti ba”.

Di berdewamiya sedan jimareyên Çavdêr jî  de bi hezaran rexne û helwestên cûda  dihat weşandin, hetta li ser YNKê, hikûmetê û Mam Celal jî, carekî jî be, wî raberî, bangî min nekir û serincê min bikşîn e:

Ne got: Mela Bextiyar, rexne li YNKê û li min negrin.

Ne got: Mela Bextiyar, hikûmet yê me ye û rexne lê negrin.

Ne got: Mela Bextiyar, rê nedin pênûsên neyar di Çavdêr de gotar binivsîn in.

Ne got: Mela Bextiyar, li ser felsefeyên sedsalên naverast ne nivsîn in.

Mam:

Paş koça te ya dawî.. İraq li pêşberî metirsiyekî mezin de ye.

Paş koça te ya dawî.. Kurdistan bûye meydana jihev veqetîn ê.. li şûna berhevî yê.

Paş koça te ya dawî.. Metirsiyên cûrbicûr li ser azadiyan jî ye.

Bîranîna te bixêr.. Raberê azadiyê..

Puknow

Wergêr: Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî