16ê Cotmehê encamê zincîreyek pêşbîniyên şaş û biryara pênegîhiştî ya siyasî û stratejî bû
2020-10-17 22:02     433 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê ya Polîtburoya YNKê bi helkevta bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê
Danezana, Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi helkevta salroja bûyerên 16ê Cotmehê;
Di salroja 16ê Cotmehê de em bejna xwe li ber bîranîna şehîdên qehreman yên parêzvanên Kerkûk û xaka Kurdistanê diçemînin ku bi canên xwe destanekî hêja ya berevaniyê tomar kirin û nehiştin hewlên beravajîkerên dîrokê yên sivikatîkirin bi navê xebatê û rêbaza pîroz serbikevin, xewnên wan yên stewr pêk bên.
16ê Cotmehê, encamê zincîreyek pêşbîniyên şaş û biryara pênegîhîşti ya siyasî û stratejî bû ku di referondûmê de hate formulekirin. Encamê wê, ji bo doza rewa ya gelê me bi karesat û paşekişe ji destkevtên giring yên Herêma Kurdistanê bi dawî hat û du berekî û tevlihevî û dorandina giştî ya navxweyî bi xwe re anî.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi zelalî û dûrbînî, derencam û metirsiyên referandumekî pênegîhiştî ya bi vî curî li Kurdistana İraqê di demekî neguncaw de didît û raya giştî ya Kurdistanê û aliyên siyasî jî ji encamdana şaşiyekî bi vî cûrî hişyar kiriye; lê, hinek kes û alî bêguhgirtin li encamên pêngavekî bi vî awayî, guh li nesîhetên dilsozan, welatên hêzmezin, herêmî û peyamên aşkere yên şandeyên dîplomatîk negirt. Bi tenê tevgeriyan, nîvê xaka Kurdistanê û temamê deskevtên Gelê Kurd xistin metirsiyekî mezin û eger hişyariya fermandarên YNKê nebûya, Kerkûk ber bi wêranî û xelkê Kerkûkê jî ber bi sergerdaniyek hetahetayî dihatin birin.
Fermandariya Hêzên 70 ya YNKê, bi biryara ji nişka û durust ya rûbirûbana ligel hêzên Dewleta İraqê, karî ew valahiya metirsîdar pir bike ku di rîza Pêşmerge ya hêza hevpeymanên YNKê de li Kerkûk û navçeyên nakokî li ser de rû dabûn. Hêzên din ku ne YNK bûn, bi bê agahdarkirina YNKê ji paşvekişanê û bicîh hiştina xeta berevaniyê, çeperên xwe vala kirin. Hêzên 70 û serkirdeyên YNKê û navçeyên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li pêşiya artêşekî mezîn (nehevseng) tenê hiştin. YNK bi biryarekî jîrane serederî ligel vê helwesta ne camêrane kir, deskevtên xwe kir bi qurbanî ji bo ku deskevtên giştî yên Xelkê Kurdistanê, avadaniya bajarê Kerkûkê û jiyana kerkûkiyan biparêze û rê nede mal û halên kurdên xêr ji xwe nedîtî, bibe meydana şerekî nexwastî. Şerrek ku heta îro, ne fermandariya giştî ya hêzên çekdar ya wê demê ya Herêma Kurdistanê, ne Parlementoya Kurdistanê û ne çi sazî û dezgehekî din ya Herêma Kurdistanê, dijî Artêşa İraqê ne aniye rojevê. Lew, îro, gotarên beravajîkerên dîrokê her çawa bin, ne domdarin û bandorê li moralê kesûkarê serbilind yên qurbaniyên YNKê di 16ê Cotmehê de nake. Rojek, dîrok, van herdu helvestên cûda yên serkirdayetiya referandumê û berevaniya Pêşmergeyên YNKê li xaka Kurdistanê dê zelal bike û bi dadperwerane binivîs e. Wê demê, dê rihê şehîdên me asûde bin û dadgeha wîjdana gel jî biryara xwe ya yekalî bide.
-Dubare slavên pîroz li canên pak yên şehîdên 16ê Cotmehê û hemû şehîdên berevaniyê yên li xaka pîroz ya Kurdistanê.
-Serşorî ji bo beravajîkeran û wana jî ku hemû dîroka wan xweçemandin bû ye.
Ragihandina Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
16ê Cotmeha 2020ê
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir