Ala Kurdistanê, rûmeta neteweyî û berhemê xwîna şehîdan e

  2020-10-18 17:14      65 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ala Kurdistanê sembola bihevrejiyan, aştî û avadaniyê ye

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), ragihandin; Ala Kurdistanê, rûmeta neteweyî û qurbanîdan û berhemê xwîna şehîdan e, lew, destdirêjîkirin li ser Ala Kurdistanê ku bi xwîna hezaran zarên egît hatiye parastin, xeta sor e. 
Hevserokên YNKê di derbarê şewitandina  Ala Kurdistanê li bajarê Bexdadê de ragihandin; ala pîroz ya Kurdistanê rûmeta neteweyî û qurbanîdan û berhemê xwîna şehîdan e, çi bahaneyek cihê qebûn nîne ku destdirêjî bo ser xak û ala wan bêkirin ku berdêlên mezin ji bo hatiye dayîn. 
Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî, dibêjin: “em dîroka xwe xweş divên ku dîroka birayetî û bihevrejiyan û yektirqebûlkirin û serneçemandin e ji bo dijminên xak û gelê me. Ji hemû deman zêdetir, pêwîstiya me bi yekgirtiyiya gelê me heye ji bo rûbirûbûna neheqiyan; herwiha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi dilsozên me yên li Bexdad û Herêma Kurdistanê heye ji bo  ku em welatê xwe ji gefan biparêzin. Parastina buhayên netewa me, emanetê bavûbapîran, niştiman û YNKya Mam Celal e ku em diparêzin”.
Hevserokên YNKê, diyar jî kirin; Ala Kurdistanê sembola bihevrejiyan, aştî û avadaniyê ye; her grûp û taqimek eger dilgiranin ji kesek an partiyekê, rê nayê dayîn destdirêjiyê bo ser pîroziyên netewa Kurd bikin, Ala Kurdistanê xeta sor e.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî