Pêwîste tawanê çawtirsandin û revandina hemwelatiyan bê lêpirsîn nemîn e

  2020-10-19 14:40      56 Car hatiye dîtin        Şîrove
Lahur Şêx Cengî: Yasabinpêker û tevlihevker dixwazin İraqê bikşînin nav geravekê metirsîdar

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî di derbarê refandin û kuştina hemwelatiyên sivîl li navçeya Beled ya ser bi parêzgeha Tikrîtê de peyamek di tora civakî twîtirê de weşand û di peyamê de bang li hikûmeta federal ya İraqê kir ku berpirsyaran aşkere bikin. 
Lahur Şêx Cengî, wiha nivîsandiye; “pêwîste tawanê çavtirsandin û revandina hemwelatiyên sivîl bi bê lêpirsîn ligel wan aliyên li pişt kuştina hemwelatiyên bê tawanbarin, neçe serî”.
“Hewlên yasabinpêkeran û tevlihevkeran aşkereye ku dixwazin İraqê ber bi geravekê metirsîdar ve rabikşînin û pêwîste hikûmeta federal vê tawanê zelal bike û lêpirsînê ligel berpirsyarên wê bûyerê de bike”.
Çend roj beriya niha, li navçeya Beled ya Tikrîd e, 8 hemwelatiyên sivîl ji aliyê çekdaran ve hatibûn kuştin û 4 hemwelatî jî hatine revandin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî