YNK dê siyaseta xelat û cezayê peyrew bike û kesên jêhatî bixe pêş

  2020-10-23 00:39      139 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ligel Malbenda Silêmanî civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (22-10-2020), li Silêmanî, ligel Malbenda Silêmanî ya YNKê civiya. 
Bafil Talebanî di civînê de behsa guherîn û pêşkevtinên siyasî û ewlehiyê li Herêma Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn kir û ji bo amadevanan ronahî xist li ser siyaseta YNKê li beramber hemû hevkêşan. 
Di derberê siyaseta nû ya YNKê dê bi taybetî di warê karên rêkxistinî û pêdaçûna li ser hemû mofikan û rûgeha siyasî û xizmetguzariyan de Hevserokê YNKê, tekezî li ser siyasetekî nû ji bo birêvebirin, geşepêdana organ û xizmetkirin bi civakê kir. 
Bafil Talebanî ji bo Silêmanî, daxuyand ku Silêmanî dê navenda guherîn, xizmetkirin û gîhandina destê avadaniya zêdetir be û got: “me nûnerên xwe yên di hikûmeta xwecîhî de erkdar kiriye ku bi enerjiyek xurtir û nû xizmetê bikin û kêmxemiya çi kesekî li beramber xizmetkirina Silêmanî nayê qebulkirin û ji niha û pê ve jî siyaseta xelat û cezayê dê praktîze bikin û emê kesên jêhatî bînîn pêş”.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî