Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî ligel berpirsên bala yên İraqê danûstanan dike

  2020-10-23 01:26      92 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê ligel aliyên siyasî yên İraqê, pirsgirêkên giring yên siyasî û ewlehiyê nirxand

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (22-10-2020), li Bexdadê, ligel aliyên siyasî yên İraqê civiya û gotûbêj li ser pirsgirêkên giring yên peywendîdar bi Herêma Kurdistan û İraqê ve kir. 
Di vê çarçoveyê de Lahur Şêx Cengî serdana Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî kir. Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî ya îro ya İraqê û gefên li ser ewlehî û aramiya welêt, krîza darayî û pêwîstiya hemahengiya zêdetir ya nêvbera partî û hêzên siyasî, hat kirin.


Hevserokê YNKê, pişt re pêşwazî li Serokê Partiya Kar  Dr. Selîm Ciburî û wefda ligel wî de kir. Rewşa siyasî ya İraq û sunneyan û hilbijartinên pêşwext yên İraqê û yasaya hilbijartinê, mijarên sereke yên gotûbêjên herdu aliyan bû. Herwiha, rewşa parêzgeha Diyale jî bi hurgilî hat nirxandin. 


Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, pêşwazî li wefdekî serkirdeyêen sunne ji parêzgehên cûda cûda jî kir. Di hevdîtinê de bi giştî rewşa siyasî ya İraqê, bi taybetî jî rewşa navçeyên azadkirî hat nirxandin. Tekezî li ser zêdetir xurtkirina hemahengiyê ligel serkirdayetiya nû ya YNKê li navçeyên qutkirî hatkirin. 


Lahur Şêx Cengî di çarçoveya danûstanên xwe de pêşwazî li Serokê Kongreya Sehwe ya İraqê Şêx Ehmed Ebû Rîşe kir. Herdu aliyan, bi giştî gotûbêj li ser navçeyên azadkirî û bi taybetî li ser parêzgeha Enbar kirin. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî