İzzet Dûrî mir û bi nehênî hat binaxkirin

  2020-10-26 13:53      47 Car hatiye dîtin        Şîrove
Cîgirê berê yê Seddam Hisêyn İzzed Dûrî mir

Partiya Beas ya İraqê, mirina yek ji serkirdeyê berê yê rejîma Beasê û cîgirê serokê berê ye Seddam Hisên, İzzet Dûrî ragihand.
Partiya Beasa İraqê bi daxuyaniyek nivîskî, aşkere kir ku Cîgirê serokê berê yê rejîma Beasê Seddam Hisêyn, İzzet  Îbrahîm Dûrî mir ye, bê ku çi zanyariyekê di derbarê sedema mirna wî de belav bike. 
Malpera nûçeyan CNN ya Amerîkayê ji zarê çavkaniyekî navxwe ya İraqê belav kiriye ku termê İzzet Dûrî, duhî (25-10-2020), li goristaneke Parêzgeha Selahedînê, bi awayekî nehênî hatiye binaxkirin.
İzzet Dûrî 1ê Tîrmeha 1942ê li navçeya Dûr ya ser bi parêzgeha Selahedinê hatiye Dinya yê. Di sala 1968ê de wek serkirdeyekî Partiya Beasê derketiye, paşê gîhîştiye pileya cîgirê serokê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê. Postên bilind yen wek wezîrê naxwe û çandiniyê jî girtiye destê xwe.
Paş herifandina rejîma Beasê bi proseya azadiya İraqê di sala 2003ê de û paş îdamkirina Seddam Hisên di sala 2006ê de, Partiya Beasê İzzed Dûrî wek sekreterê giştî yê partiya xwe li şûna Seddam Hisêyn destnîşan kiribû. 
İzzet Dûrî di lîsta terorîstan ya Amerîkayê de di rîzên pêşiyê de bû ku lê digeriya.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî