YNK bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê pîroz dike
2020-10-29 18:49     284 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Serokatiya YNKê ji bo bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê
Bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (s.a.v) li mirovatî û gelê me, pîroz be. Hevdem, em ji nîgeraniyên rojane yê Xelkê Kurdistanê fêm dikin. Bi saya pêşewayekî wiha mezin, nabe em derfetê bidin bi grûpên tûndrew ku bibin rênîşanderên me. Herwiha, nabe azadiya ramanê bê xem be ji we yekê ku bihevrejiyanê bixe metirsiyê. Nabe bi navê parêzvanîkirin li sembolan, dest bê birin ji bo aştiya nêvbera çand, ol û şaristaniyan.
Bila em bihevre bi praktîkî gerdenazayiyê biçespînin û bi rastbêjî, reftarê giranbuha yê wî kesayetiyê mezin ji bo bihevrejiyanê û rêxsandina zemîneke guncawtir ji bo jiyaneke baştir ya komelên Xelkê Kurdistanê, bikin rênîşander.
Di vê bîranînê de wane jê werbigrin û buhayên aştiyê yên civakî û yekûduqebûliyê di nêv gelê me de xurtir bikin.
Serokatiya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir