Nadiya Murad Xelata Nobelê a Aştiyê wergirt
2018-12-10 20:44     437 Car hatiye dîtin      Şîrove
Nadiya Murad hêjayî Xelata Aştiyê a Nobelê hate dîtin
Nadiya Murad ku ji destê DAIŞê rizgar buye û Dînîs Mokoîgiyê Kongoyî, bi hevbeşî Xelata Nobelê a Aştîyê ya 2018’ee, wergirtin.
Îro (10-12-2018) di merasîmekê de li Osloya paytexta Norwecê, Xelata Nobelê a Aştiyê ya sala 2018’ê, keça êzdî Nadiya Murad ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û Dînîs Mokoîgiyê temen 63 salî ku bijîşkê nexweşiyên jinan e li navçeya Bokafoyê, hate bexşîn.
Nadiya Murad di gotara xwe de ku pêşkêş amadevanan kir; bal kişand li ser encamên wêrankariyên DAIŞê û da zanîn ku dê û şêş kesên xwe ji dest daye. Her wiha, behsa wê trajediyê kir ku hemû êzdiyan li xwe digre û her êzdiyekî çîrokekî taybet ya xwe heye di wê trajediyê de.
Nadiya Murad, da zanîn ku xisariyekî mezin bi ol û bawirya wan gîhîştiye û jimareya êzdiyên li Iraqê rojbiroj ber bi kêmbûnê ve diçe.
Nadiya Murad di 1993ê de li gundê Koço yê ser bi bajarokê Şengalê ji dayik bûye û di sala 2014’ê de paş dagirkirina navçeya wan ji aliyên terorîstên DAIŞê ve, bi awayekî hovane destdirêjî li ser hatiye kirin. Heta roja rizgarbûnê jî rûbirû wê jan û êşkenceyê bûye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir