YNK û PDK pêbendin bi cîbicîkirina hemû rêkevtinên nêvebera xwe
2020-11-10 00:02     700 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK û PDK pêbendbûna xwe bi cîbicîkirina rêkevtina îdarî û siyasî ya nêvbera xwe ragihandin
Teksta encamê civînê:
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), îro (09-11-2020), li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, bi serpereştî û amadebûna Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.
Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê, bixêrhatin û spasiyên xwe bi şandên herdu aliyan ragihand. Serinc bo ser bi giştî rewşa siyasî û rewşa İraq, Herêma Kurdistan û ew guharînên bandora xwe li Herêma Kurdistanê kirin e, bi taybetî di warê aborî û darayî de ku jiber belavbûna vîrusa koronayê, Dinya, İraq û Herêma Kurdistanê girtiye ber xwe, hat kişandin.
Serokê Herêma Kurdistanê, tekezî li ser karê hevbeş yê nêvbera tev aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî nêvbera PDKê û YNKê kir û amadeyiya Serokatiya Herêma Kurdistanê nîşan da ji bo piştevanî û hevkariya serxistina karên bihevreyiyê û hemahengiya nêvbera herdu aliyan.
Paşê wefdên herdu aliyan, bi zelalî û berpirsane li ser hemû pirsgirêkan axivîn û tekezî li ser berpirsyariya hevbeş ya li ser proseya siyasî û hikumraniya Herêma Kurdistanê kirin. Herdu alî kok bûn ku pêwîste bihevre ligel aliyên din yên Herêma Kurdistanê, pêngavên ciddî û praktîkî ji bo çareserkirina pirsan biavêjin. Hemû karînên xwe jî bixin ger ji bo rûbirûbûna vê rewşê û piştevaniya saziyên Herêma Kurdistanê bikin ji bo xizmetê bigihînin hemwelatiyan.
Rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê û rêzgirtin li statuya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê, mijareka din ya civînê bû; herdu alî hevra bûn li ser wê yekê ku parastina aramî û îstîkrara Herêma Kurdistanê erkê hemû aliyekî ye.
Herdu aliyan, piştgiriya xwe ji bo amadekariyên hikûmeta federal û aliyên peywendîdar ji bo serxistina hilbijartinên pêşwext yên İraqê dubare kirin. Di vê çarçoveyê de hemahengî û hevkariya nêvbera nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdadê giranbuha hat nirxandin û tekezî li ser berdewamiya wê hemahengiyê hat kirin.
Cîbicîkirina rêkevtina siyasî û îdarî ya nêvbera herdu aliyan û mijara nemerkeziyê li Herêma Kurdistanê bi hûrgilî hat nirxandin. Herdu aliyan, tekezî li ser pêbendbûna xwe bi rêkevtina siyasî ya nêvbera xwe û programa karê kabîneya nehem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bercestekirina nemerkeziyê li Herêma Kurdistanê û berjêrkirina desthilatan û li stûgirtina berpirsyariya hevbeş û nehiştina rûtîniyê di rayîkirina karên hemwelatiyan û pêşkêşkirina proje û xizmetguzariyên giştî de kirin. Di vî warî de pêngavên hatine avêtin bi erênî hatin zanîn û tekezî li ser berdewamiya karên hevbeş ji bo cîbicîkirina hemû rêkevtinan hat kirin û biryar li ser mekanîzmeke guncaw hat dayîn.
Di dawiya civînê de tekezî li ser domandina karê hevbeş û hemahengiyê di saziyên Herêma Kurdistanê de hat kirin ku armanc jê, pêşkêşkirina xizmetê be bi hemwelatiyan û rizgarbûn be ji wê rewşa dijwar ya li ser milê xelkê Herêma Kurdistanê.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
09-11-2020

Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir