Serokkomarê İraqê pêşwazî li Hevserokê YNKê kir

  2020-11-16 17:58      118 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî li Bexdadê ligel Serokkomarê İraqê civiya

Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih, îro (16-11-2020), li Bexdadê, pêşwazî li Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî kir. 
Herdu aliyan, gotûbêj li ser rewşa dawîn ya ewlehî, aborî û siyasî ya Herêma Kurdistan û İraqê kirin. 
Di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya hemahengiya nêvbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û iraqê hat kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rizgarbûn ji wê rewşa nexwastî ku hatiye rojevê. Bi rêya diyalogên ciddî û têgîhiştina hevbeş ji bo dawî anîn bi krîzan di berjewendiya xelkê de û pêkanîna îstîkrara ewlehî û aborî û jiyanek hêja ji bo hemû hemwelatiyên İraqê, bi taybetî pêkhatina daxwazên rewa yên xelkê berxwedêr yê Kurdistanê jî giranbuha hat zanîn. 
Bi hûrgilî, gotûbêj li ser pirsên hilwesîmayî yên nêvbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û İraqa Federal jî hat kirin. Li ser vê mijarê, tekezî li ser gîhiştin bi rêkevtinekî guncaw û dawî anîn bi wê dosyayê li gor destûr û yasayê, bi taybetî pirsa mûçeyê miaşxwiran û debara jiyana welatiyan û parastina mafên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, wek hemwelatiyekî din yê İraqê bi bê cûdahî, hat kirin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî