Nabe, êdî miaşxwirên Herêma Kurdistanê bikin qurbaniya hevrikiya aliyên siyasî

  2020-11-16 23:49      93 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê li Bexdadê bi Emar Hekîm re civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di çarçoveya programa serdana xwe de li Bexdadê ligel Serokê Balê Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm civiya. 
Di hevdîtinê de tekezî li ser hemahengiya tev aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsan û rizgarbûnê ji vê rewşa nexwastî ku hatiye rojevê, hat kirin bi rêya gotûbêjên ciddî bi armanca pêkanîna daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê. 
Hevserokê YNKê, got: “em spasî hewlên Emar Hekîm dikin ku di şeva derbaskirina yasaya deynkirinê ji bo pirkirina kemderketina darayî ya İraqê ligel aliyên kurdistaniyan daye ji bo dîtina rêçareyekî guncaw li ser pirsa miaşxwirên Herêma Kurdistanê. 
Lahur Şêx Cengî, tekezî li ser domandina gotûbêjan û pêbendbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqê jî bi wan berpirsyariyan ku di vê mijarê de dikeve ser milên  wan kir û got: “çunkî nabe êdî miaşxwirên Herêma Kurdistanê bikin qurbaniya berberiya aliyên siyasî di nêvbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqa Federal de”. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî