Hevserokê YNKê û Serokwezîrê İraqê civiyan

  2020-11-17 20:27      124 Car hatiye dîtin        Şîrove
Lahur Şêx Cengî: Kazimî soz da hemû hewlên xwe ji bo şandina hêjayiyên darayî yên miaşxwiran bixe ger

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî di çarçoveya serdana xwe de li Bexdadê ligel Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî civiya. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser çawanî çareserkirina miaşên miaşxwerên Herêma Kurdistanê, hat kirin. 
Lahur Şêx Cengî, tekez kir ku êdî rê nayê dayîn qûtê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bikin qurbaniya xirûra çi aliyekî.
Di hevdîtinê de Mistefa Kazimî soz da ku hewlên xwe bixe ger ji bo şandina hejayiyên darayî yên miaşxwerên Herêma Kurdistanê.
Di dawîn serdana xwe ya ji bo Bexdadê de Hevserokê YNKê, ragihand; peşiya giliyê li Şîa û Sunne bikin, di vê serdanê de ji bo min aşkere bû ku tîma danûstanê ye hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsyarin ji wê ku nekarîne miaşên miaşxwerên Herêma Kurdistanê di nêv projeyasaya tijîkirina kêmderketina budceyê de mîsoger bikin, di demekê de ku çendîn bijardeyên baş li ber dest bûn e. 
Lahur Şêx Cengî, got: “Lê, hêj, derfet maye û di maddeya 7 ya yasayê de fersendekî baş hatiye dayîn bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstanê. Lewre, hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwîste bi berpirsyarane reftarê bike û lezê bike ji bo şandina wefdeke xwedî biryar ji bo Bexdadê, daku êdî maf û miaşên hemwelatiyan dereng nekeve û gelê me neyê pişguhxistin”.
Lahur Şêx Cengî, axaftina xwe wiha domand: “bi giştî serdana me ji bo Bexdadê bi armanca berevanîkirin li mafê miaşxwerên gelê me, gellekî bi berhem bû. Me, ligel rêzdar Kazimî civînek baş lidarxist û min tekez kir ku qûtê milletê min nabe bikin qurbaniya xirûra çi aliyekî”.
Lahur Şêx Cengî, aşkere kir ku rêzdar Kazimî ligel xemgîniyên xwe li beramber tîma danûstanê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê; lê, soz da ku di nêv dema du heftiyan de hemû hewlên xwe bixe ger ji bo şandina hejayiyên darayî yên miaşxwerên Herêma Kurdistanê”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî