YNKê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û kurdayetiyê bi şehîdên xwe û şehîdên kurdistaniyan dizane

  2020-11-21 00:44      209 Car hatiye dîtin        Şîrove
Pêkanîna armanc û hêviyên şehîdan, rêzgirtine li ruhê şehîdan

Teksta danezanê: 
Girseya şehîdperwer ya Kurdistanê!
Kesûkarên serbilind yên şehîdan!
Evroj, Roja Şehîdên YNKê û Şoreşa Nû, roja serçemandinê ye ji bo bîranîna giyanbazên niştimanê ku ruh û canên xwe ji bo rizgariya welêt û parastina xak û xelkê Kurdistanê bexşîn di hemû qonaxên têkoşînê de ji despêka berxwedana zindanê heta şoreşa nû û egîdiyên wan, heta serhildan û rizgariya yekcarî ji rejîma dîktator û şovên ya Beasê û heta qonaxa şerê dijî terorîstan bi hemû reng û maskeyên wan yên cûda. Di vê tomara pir ji serweriyê de tenê hêvî nebexşî ne bi gelê me, herwiha di awayê têkoşînê de rêçeşikênî kir in. Di xaneya zêrîn ya şehîdan jî de dahênana mezin kir in bi vî cûrî ku jiber xwe ve, xelkê navê “Partiya Şehîdan” li YNKya Mam nekir.
Karwanê şehîdên YNKê bê dawî ye û dema awir li raboriyê didin, wêne û serwerî û qehremaniya zêdetir ji bîst hezar şehîdan tê dîtin. Zarên jîr û çavnertirs yên YNKê di zindan û çeper û xebata nehênî û çalakiyên nêv bajêr de bûn bi mînaka hêja ya şoreşgeriyê; li ser pê bi serfirazî û serbilindî şehîd bûn, bi xwîn û rondikên xwe dîrokekî zêdetir ji çil û pênc salan nexşand in. 
Di vê rewşa qurbanîdêrê de hêj gellek dem derbas nebibû Şoreşa Nû û xebata YNKê destpê kiribû, dema şehîdên serkirde; Şehab Şêx Nûrî, Enwer Zorab û Cefer Ebdulwehab ku di girtîgehên Beasa faşîstan de bûn, bê serçemandin çûnê pêşiya benê îdamê û diruşma mezin “kêm jiyan bi wate jiyan” kirin perwerdeya serekî ya şehîdbûnê û bi egîdî û jîrî enerjî û lezê dan bi şoreşê û bi rastî bûn serqefleya şehadet û canfedayiyê. Her jiber vê roja 21ê Mijdarê ya hemu salekê di dîroka gelê me de wek Roja Şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hatiye tomarkirin u hemû salek, ev bîranîna partiyî û mîlî, dibe bûneya dubarekirina soz û wefayê ji bo şehîdên kurdayetî û kurdewariyê.
Di rojjimêriya salê de çi rojekê şik nabin, yad û bîranîna şehîdbûna egîdekî YNKê têda nebe; eniya wêrekî û kunca zindan, cade, bajar û gund nîne li vî welatî ku zarekî fedekar yê YNKê serweriyek têda tomar nekiribe û xwîna wan têkel bi xak xweşdivî ya Kurdistanê nebû be.
Evroj, roja hemû şehîdên YNKê û Şoreşa Nû û gelê me ye bi bê cûdahî, roja şehîdên çeper û şehîdên fermandar û serkirdeyên meydanî yên avadaniya qehremanan; şehîdên çalakiyên rêxistinê û şehîdên êşkence û îdamê, şehîdên gorxerîb û beserûşûn, şehîdên jin û zar, şehîdên kîmyabaran û enfal û jenosîd, şehîdên kemîneya ol û neteweyên welatê me ne ku di rîzên YNKê û Şoreşa Nû de canên xwe ji bo azadî û serfiraziya Kurdistanê û gelê me, dijî Beasa faşîstan bexşîn. Roja wan şehîdan e ku Kurdistan û mirovayetî ji hovitiya DAIŞiyên terorîst parast û xwîna xwa ya al bi ser xak û kevirên Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû, Gulale, Mexmûr û Şengal, heta Hemrînê bi cîh ma. 
Gelê Kurdistanê yê têkoşer!
Malbatên şehîdperwer ji xuşk û bira, dayk û bav, hevjîn, keç û kur û nêviyên serbilind yên şehîdên YNKê, em wek YNKê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û kurdayetiyê bi bê cûdahî bi şehîdên xwe, bi şehîdên kurdistaniyan dizanin û bi destegula wefa û ked ê di astê kêlên wan de serê rêz û hurmetê li ber bîranînen wan diçemînin. Em jî xwe bi xizmetkarê malbat û kesûkarên wan yên serbilind dizanin, bi hemû karîna xwe emê di xizmeta bîranînên wan yên şîrîn de bimînin. 
Şehîdên me ji bo komelêk armancên pîroz canên xwe feda kirin ku beşek ji wan armancan pêk hatine û gellek jê jî hêj mane û pêwîstiya wan bi xebat û bedelên zêdetir heye. Lewre bi pêwîst dizanin, bînin bîra hemû aliyekî bi taybetî saziyên resmî bi parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hemû deyndarên ji dest dana jiyana heval û heveniyên şehîdên me ne. Malbat û kesûkarên wan yên serbilind emanetin di stuyê me hemuyan de ku divê pêngavên praktîkî zêdetir û zêdetir biavêjin ji bo peydakirina jiyanekî serbilind û şerefmendane ji bo wan û hemû îmkanan bikin xizmeta wan. 
Di vê roja pîroz de em dubare dikin; yekrîzî niştimanî û çareserkirina pirsên hikumranî û pirsên siyasiyan, bi giyanê berpirsyarî û pêkanîna çaksaziya durust û rûbirûbûna gendelî û başkirina jiyan û debara xelkê û vejandina aboriya Kurdistanê, wefadariye ji bo şehîdan û rêzgirtine jî li armanc û hêviyên pîroz ku ji bo wê şehîd bûn e. 
YNK wek hêzekî niştiman derbest û berpirsyar, wek YNKya cîbicîkirina erkên dijwar; YNKya bîst hezar şehîd û bi hezaran egîd û têkoşerên din yên karwana xebatê, ji bo pêkanîna armancên pîroz û mafên neteweyî û demokrasî  yên Gelê Kurdistanê, bê sînor dê li meydana xebatê berdewam be. 
Di roja şehîdên partiya şehîdan de:
-Slav li ruhê bilindfirî yê serok û raberê dîrokî û raberê Şoreşa Nû û kurdayetiya me Serok Mam Celal
-Slav li şehîdên YNKê û hemu şehîdên Kurd û Kurdistanê.
-Slav li kesûkarên serbilind yên şehîdan
                                                                                                 Polîtburoya 
                                                                        Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
Metîn Mihemed


Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî