Civata Serkirdayetiya YNKê pirsgirêka miaşê fermanberan û nemerkeziyê nirxand
2020-11-22 00:31     85 Car hatiye dîtin      Şîrove
Civata Serkirdayetiya YNKê bi serokatiya hevserokên YNKê civiya
Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), roja Şehîdên YNKê (21-11-2020), li Silêmanî, bi serpereştiya hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî civiya.
Civîn bi satek westan li ser pê ji bo giyanê pak yê şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) destpê kir. Paşê, 21 mûm wek nîşaneya rêz û wefayê ji bo ruhê pak yên şehîdan hat vêxistin.
Di civînê de piştî gotûbêjên li ser guherîn û pêşkevtinên li Herêma Kurdistan û İraqê, behsa miaşên fermanberên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Mijarekî din ya civînê, gotûbêjên li ser nemerkeziyê bû ku peyrewek hatiye amadekirin û biryare di derbarê vê mijarê de aliyên siyasî bicivin.
Di civînê de Lahur Şêx Cengî, ronahî xist li ser serdana xwe ya ji bo Bexdadê û encamên civînên xwe ku niha, YNK ligel tebayî û birayetiyê ye û divê pirsa miaşxweran neyê bi siyasîkirin.
Mijara dawî ya gotûbejên Civata Serkirdayetiya YNKê, pirsên navxwe yê partiyî bûn.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir