Jeanine Hennis-Plasschaert: Nabe miaşên fermanerên Herêma Kurdistanê bikin mijarekî siyasî
2020-11-24 22:00     407 Car hatiye dîtin      Şîrove
Divê Herêma Kurdistanê û İraqa Federal bigihêjin çareseriyên bingehîn.
Netewên Yekgirtî (NY), daxwaza çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkên nêvbera Hewlêr û Bexdadê dike û radigihîne ku nabe mijara miaş bikin mijarekî siyasî û fermanberên Herêma Kurdistanê jî hemwelatiyên İraqê ne.
Nûnera taybet ya Netewên Yekgirtî ji bo İraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, ragihand; nabe miaşên fermanberên Herêma Kurdistanê, têkel bi pirsên nêvbera aliyên siyasî bê kirin û divê bi lêz ev mijar bê çareserkirin.
Jeanine Hennis-Plasschaert di axaftina xwe de ku li Civata Ewlehiyê ya Nêvdewletî de pêşkêş kir, wiha axivî: “Heta Hewlêr û Bexdad çareseriya bingehîn nebînin, pêywendiyên wan ji yên niha baştir nabe”.
“Her çende, dengdana vê dawiyê ya Parlementoya İraqê ji bo wergirtina deynê selmand ku ew peywendî çend peywendiyekî aloz û sist e. Lê ligel vê yekê, em çaverê dikin herdu alî bi zelalî û berpirsane serederiyê di hemû waran de bikin”.
“Em hemû li ser wê yekê kokin ku hebûna peywendiyekî erênî û avaker di nêvbera hikûmeta federal ya İraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo İraqê kilîda îstîkrarê ye”.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir