Em ji Mam Celal fêrbûn rêzê li mafên jinê bigrin
2020-11-26 17:08     152 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama hevserokê YNKê Bafil Talebanî bi helkevta Roja Cîhana ya Rûbirûbûna Tûndiya Dijî Jinê
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, bi helkevta Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Tûnûtijiya Dijî Jinê, ragihand; jin di xebata siyasî, medenî û pêşxistina warên jiyana civaka kurdewariyê de bi berdewamî rola xwe gerandiye û qut nebû ye.
Bafil Talebanî, got: “Em ji Mam Celal fêr bûne ku rêzê li mafêen jinê bigrin û di dosyeyên pêywendidar bi jinê de parastvanê xurt bin”.
Teksta Peyamê:
Ji Mam Celal fêr bûn ku rêzê li mafên jinê bigrin û di rîzên pêş de berevanîkerên xurt yên dosyayên jinê bin.
Ez jî dijî cûdahiya regezî û nedadiya beramber daxwazên jinê derdikevim û ezê parêzerê pêkhatina xwast û mafên wan yên hatine xwerîn bim. Ezê hemû hewlên xwe jî bixim ger ji bo rêgirtin li her tûndiyekê; her bahaneyek ku beramber jinê bê kirin û jiyana wan bixe metirsiyê û rêgir be li pêşkevtina wan; ezê hevxebatê jinê azad û jîriya wan jî bim ji bo pêk hatina xewn û armancên wan.
Hevserokê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Bafil Talebanî
Babetên zêdetir