Hevserokê YNKê ji bo çareseriya pirsa miaş û budceya Herêma Kurdistanê li Bexdadê ye

  2021-01-14 14:38      77 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî û Serokkomarê İraqê civiyan

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (14-01-2021), li Bexdadê ligel Serokkamarê İraqê Dr. Berhem Salih civiya. 
Di hevdîtinê de ku jimareyek ji endamên polîtburo û serkirdayetiya YNKê û fraksiyona kesk li Parlementoya İraqê amade bûn; gotûbêj li ser xurtkirina hewlan ji bo derbaskirina projeyasaya budceya sala 2021ê û grîntîkirina pişka Kurd hat kirin. 
Tekezî li ser yekdengî û yekhelwestiya aliyên kurd yên li Bexdadê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi armanca baştirkirina jiyan û debara hemwelatiyan û peydakirina miaşên miaşxweran jî hat kirin. 

Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî