YNK dê piştevan be ji bo derbaskirina budceyê û çareserkirina qûtê hemwelatî û miaşxweran

  2021-01-16 23:47      66 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî û Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî civiyan

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, roja Şemiyê (16-01-2021), li Bexdadê, ligel Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî civiya. 
Di hevdîtinê de ku endamê polîtburoyê Aso Mamend û endamê serkirdayetiyê Herêm Kemal Axa jî amede bûn; gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî, aborî û ewlehiyê û mijara hilbijartinên pêşwext hat kirin. 
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, tekezî li ser piştevaniya YNKê ji bo derbaskirina wan xal û bendên yasayê kir ku taybetin bi pişka Kurd û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasaya 2021ê de bi armanca çareserkirina debara jiyana hemwelatiyan û peydakirina mafên miaşxwerên Herêma Kurdistanê. 
Lahu Şêx Cengî, daxwaz kir ku pişka cotyarên Herêma Kurdistanê jî li ber çavan bê girtin û wek soz pê hatiye dayîn pirsgirêkên wan bê çareserkirin. 
Herdu aliyan gotûbêj li ser mijara lidarxistina hilbijartinên giştî yên pêşdem yên İraqê jî kirin. Hevserokê YNKê di derbarê vê mijarê de tekezî li ser rexsandina atmosferek guncaw bi hewlên hemû aliyan kir û ragihand; her biryarek ji aliyê hikûmetê û Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê ve bê dayîn, wek YNKê dê piştevaniyê lê bikin ji bo temamkirina amadekariyan û lidarxistina hilbijartinekî zelal û serkevtî. 
Lahur Şêx Cengi, daxwaz ji Serokwezîrê İraqê kir ku rola xwe di pêkanîna ewlehî û parastina aramiya navçeyên qutkirî de zêdetir bigerîn e. 
Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî jî amadebûna xwe anî zimên ku hevkar û piştevan be û hewlên xwe xurtir bike ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji bo îstîkrara İraqê û parastina mafên hemwelatiyan di çarçoveya Destûra İraqê de.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî