Hevserokê YNKê: Xizmeta hemwelatî û revenda Kurd bikin
2021-01-17 22:02     106 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hevserokê YNKê bi rêya vîdyokonferansê ligel nûnerên YNKê yên li derveyî welêt civiya
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (17-01-2021), bi rêya vîdyokonferansê, ligel nûnerên YNKê yên li derveyî welêt civiya.
Di vîdyokonferansê de gotûbêj li ser dawîn guherîn û pêşkevtinên li Herêma Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn û rola YNKê di hevkêşên siyasî de hat kirin.
Hevserokê YNKê ronahî xist li ser awayê karê partiyî paş kongreya çarem, rol û pêgeha YNKê ji bo çareserkirina pirsan û pêşkêşkirina xizmetê bi xelkê Kurdistanê.
Lahur Şêx Cengî, serinc kişan li ser rewşa koronayê û ragihand; paş kongreyê, korona rêgirbû ji bo cîbicîkirina kar û çalakiyên partiyê; lê, YNKê di vê rewşê jî de ranewestiyaye û di xema gelê xwe de bû û di dema karantinayê de dest bi kar kirine; hevkariya nexweşxaneyan kirine, derman û alîkariyên bijîşkiyê pêşkêş bi wan kirine û nexweşxane li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ava kirine.
Hevserokê YNKê behsa hewlên YNKê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser astê Herêma Kurdistan û İraqê kir û rijdiya YNKê ya li ser giringiya cîbicîkirina sîstema nemerkeziyê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi hemwelatiyan anî zimên.
Lahur Şêx Cengî, wiha axivî: “di çarçoveya rêkevtina me ya ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de em çaverê hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ji bo cîbicîkirina nemerkeziya darayî û rêvebirinê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê”.
Hevserokê YNKê behsa serdanên xwe yên ji bo Bexdadê û hevdîtinên wefda YNKê ligel aliyên siyasî yên İraqê jî kir ku armanca wan çareserkirina pirsan û bidesxistina razibûna aliyan û hikûmeta federale ji bo peydakirina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û derbaskirina pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya 2021ê ya İraqê de.
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, plan û programa siberojê ya YNKê ji bo nûnerên derveyî welêt zelal kir û jiber bi dilsozî cîbicîkirina erkan spasî nûnerên YNKê yên li derveyî welêt kir. Daxwaz jî kir ku xwe ji bo siberojê amade bikin û bi ruhê YNKyiyane kar ji bo xizmetkirina revenda Kurd bikin.
Nûnerên YNKê jî behsa kar û çalakiyên xwe kirin; serinc û têbîniyên xwe anîn zimên û spasî Hevserokê YNKê kirin ku bi aşkere ronahî xistiye li ser mijaran.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir