Hevserokê YNKê û Serkonsolê Çînê li Silêmaniyê civiyan

  2021-01-18 19:11      57 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî û Serkonsolê Çînê li Dabaşan civiyan

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (18-01-2021), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li Serkonsolê Çînê yê li Herêma Kurdistanê Lenî Rûçî kir. 
Herdu aliyan, gotûbêj li ser xurtkirina peywenidiyên nêvbera xwe, hemahengî - hevkariya zêdetir di hemû waran de û peywendiyên dîrokî yên nêvbera YNKê û Komara Çînê kirin. 
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, rol û pêgeha Çînê giranbuha nirxand, aktîfkirin û vejandina wê peywendiyê jî bi girîng zanî û daxwaz kir di warên aborî, edebî, çand û kulturê de zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.
Di hevdîtinê de pêşkevtinên siyasî û ewlehiyê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdadê, pirsgirêkên budce û qûtê Herêma kurdistanê bi hûrgilî hatin nirxandin. 
Bafil Talebanî, biryar û nerîna YNKê ji bo hemû pirsgirêkan anî zimên û tekezî li ser çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkan kir bi awayekî ku civaka Kurdistanê sûdmendê yekem be. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî