Fraksiyona YNKê daxwaz ji Herêma Kurdistanê dike ku petrolê bide bi destê Bexdadê

  2021-01-18 20:39      67 Car hatiye dîtin        Şîrove
Parlementerên ser bi YNKê yên li Bexdadê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku petrolê radestê Bexdadê bike

Parlementerên ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yên li Parlementoya İraqê, îro (18-01-2021) di konferansekî rojnamevanî de beyannameyek pêşkêş herdu hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal ya İraqê kirin û ragihandin; niha, xelkê Kurdistanê tûşî krîza darayî ya dijwar bû ye û pirsgirêkên nêvbera herdu aliyên hikûmetê, bandora xwe li ser jiyan û qûte hemwelatiyan durust kiriye. 
Di beyannameya Fraksiyona YNKê de ev risteyên hanê cîh digrin: 
Em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, wek însiyatîfekê ji bo avakirina bawerî û wek encamê gotûbêjên wefda Herêma Kurdistanê li Bexdadê, dest bi cîbicîkirina rêkevtinê bike û ew rêjeya neftê ku di projeyasaya budceyê de li ser Herêma Kurdistanê hatiye ferzkirin, bide dest. Ew jî ji bo peydakirina miaşe heyvane yên fermanberên Herêma Kurdistanê, paş pesendkirina budceyê.
Em daxwaz ji hikûmeta Federal ya İraqê jî dikin ku pêbendbûna xwe bi şandina miaş û heqên darayî yên cotyaran rabigihîn e. Ev pêngav jî dê alîkar be ji bo çareserkirina piraniya pirsgirêkên bê çareser mayî yên nêvbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Federal ya İraqê. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî