Teksta reşnivîsa projeya ne merkezî

  2021-01-19 22:03      203 Car hatiye dîtin        Şîrove
Yekîtiya Nistimaniya Kurdistanê (YNK) resnivîsa projeya ne merkeziyê ragihand

Resnivîsa peyrewa jimare ( ) ya sala 2020ê
Peyrewa ne navenditî ya birêvebirin û darayî li Herêma Kurdistan – Iraq
Pistgirêdan bi benda (3) di maddeya 8 di yasaya Civata Wezîran ya jimareya (3) ya sala 1992ê ya sererastkirî, û serinckisandin li ser astê kargêriyê yê xalên sereke yên programa karê Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û pisgirêdan bi yasaya parêzgehan ya Herêma Kurdistanê ya jimareya (3) yasa sala 2009ê, û yasaya hilbijartina encumenên parêzgeh, bajarok û nahiyan li Herêma Kurdistanê ya jimare (4) ya sala 2009ê, û yasaya îdareya parêzgeha Helebceyê ya jimare (1) ya sala 2015ê, û pistgirêdan bi hukmên maddeyên (2) û (5) û (6) yên jimareya (3) ya sala 2009ê, û pisgirêdan bi taybetmendî û deshilatên civatên parêzgehan û rêveberiyan li Herêma Kurdistanê û pêsxistin ê, û bi armanca pêkanîna prensîpên ne navenditiyê di parvekirina deshilatan de  ji bo hesankarî û baskirina xizmetguzariyên gistî bi hemwelatiyan û parastina maf û berjewendiyên sêniyên parêzgeh û îdareyên serbixwe li ser bingeha dadperwerî û hêjayîbûnê, Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê di civîna asayî ya xwe ya jimare ( ) ya roja (-/-/2020) ev peyrewa li xwarê derxist: 
Armanc ji ne nevanditiya îdarî û armanca wê
Maddeya yekem /
Armancên vê peyrewê (ne navenditiya birêvebirin) ji parvekirin û berjêrkirina deshilatên rêveberî, darayî, teknîkî û yasayiye di nêvbera hikûmetên xwecîhî û saziyên navendî yên Herêma Kurdistanê pêk tê. 
Maddeya duyem /
Armancên vê peyrewê ji wateyên li xwarê pêk tê:
1-Çespandina ne merkeziya îdarî ya parêzgehan û berjêrkirina deshilatan û parvekirina erk û berpirsyariyan.
2-Nehistina rûtînî û bi lezgînî cîbicîkirina karê hemwelatiyan. 
3-Mîsogerkirina berjêrkirina deshilatên kargêrî, darayî, teknîkî û yasayî li wezaret, deste, dezgeh û encumenên navendî ji bo fermangehan û sînorê parêzgehan û yekeyên kargêriyê. 
4-Mîsogerkirina parvekirina dahatên gistî yên Herêma Kurdistanê di nêvbera parêzgeh û îdareyên serbixwe de li ser bingeha dadperwerî û heqiyê.
Maddeya Sêyem /
1-Dabeskirin û berjêrkirina wan deshilatên kargêrî, darayî, teknîkî û yasayî di lîsteya pêveka vê peyrewê de cîh digrin bi parêzgar ku herî kêm deshilatên wan e û divê deshilatên wan jî bên berjêrkirin.
2-Pêwîste li ser parêzgar besek ji deshilatên wî yên di benda (1) ya serê de hatiye ji bo serokên yekeyên kargêriyê bê berjêrkirin.  
3-Lîsta pêvekê ya vê peyrewê, xwediyê heman hêza pêbendkariya peyrewê ye.
Maddeya çarem /
Yekem: dahat
Tomarkirina tev dahatên parêzgeh û îdariyên serbixwe bi cûda di hesabekî taybet ya bankî de bi parêzgeh yan îdareyên serbixwe ku ji van çavkaniyên li xwarê bidest dikevin:
1-Dahatên nepetrolî û gazî.
1-Bac.
2-Gumruk
3-Risûmat
4-Dahatên cûrbicûr yên xizmetguzarî yên deriyên sînorî.
5-Dahatên bi krêdan û bi deyn dayîn, frostin û serederîkirin bi mulk û malê gistî yên tên veguhestin û nayên veguhestin.
6-Cezayên darayî
2-Bexsîn û alikarî û pîtakên bexskirî.
3-Para budceya parêzgehan di budceya gistî ya salane ya Iraqa Federal de. 
Duyem:
Hemû qonax û çalakiyên peywendîdar bi proseyên petrol, gaz û samanên srûstî dê bi hemahengî be ligel parêzgehê, ji bo vê armancê jî parêzgar yan serperestyarê îdareya serbixwe dê di civînên encumena Herêmê ya ji bo karûbarê petrol û gazê de amade bin di dema gotûbêjkirin û biryardan li ser van qonax û çalakiyên dikeve sînorê cografiya xwe û li gor taybetmendîtiyê ji bo mîsogerkirina besdariyê di biryardan û bidestxistina maf û heqên xwe yên darayî û parastina berjewendiyên sêniyên xwe. 
Maddeya pêncem /
Serf
Pas kêmkirin ê ji hinek dahatên navxwe yên parêzgeh û îdareyên serbixwe ku bidestdixe di çavkaniyên hatî de di maddeya (çarem) ya vê peyrewê de, bi armanca besdariyê di mesrefên bikarbirina sazî û dezgehên navendî yên ser astê Herêm û temamkarê terxankirî ya zêde ji bo mûçe û mesrefên elektrîkê li gor rêjeya sêniyên her parêzgeh û îdareya serbixwe  û li gor rêkevtin ê, vêca deshilata parêzgeh û îdareya serbixwe ya mesrefê wekî li xwarê dibe di çarçoveya ronahiya rênîsanên darayî pas daristina vê rênîsana darayiyane bi cûrekî ligel hukmên vê peyrewê bigunce: 
1-Serfkirina budceya bikarbirina pesendkirî (ji bilî mûçe) li sînorê parêzgehê.
2-Xerckirina budceya berhemanînê bi pesendîtiya encumena parêzgehê.
Maddeya Sesem /
1-Bi armanca cîbicîkirina bendên vê peyrewê dê encumenek pêk bê bi navê “Encumena Hemahengiyê ligel hikûmetên xwecîhî” bi serokatiya serokwezîr û cîgiriya cîgirê serokwezîr, û endametiya her yek ji “wezîrê darayî û aborî, wezîrê samanên sirûstî, wezîrê navxwe, wezîrê plandanîn, serokê dîwan, sekreterê encumena wezîran, parêzgar û serperestyarê îdareyên serbixwe” ku pasê bi peyrewekî navxweyî hûrgiliyên vê encumenê dê bê rêkxistin. 
2-Ev encumên dê kar bike ji bo:
1-Çawanî û parvekirina deshilatan.
2-Çavdêriya cîbicîkirina deshilatan li parêzgehan
Meddaye Heftem /
Di dema durustbuna her rewsekî nexwastî ku bibe sedema vê yekê, budceya salane neyê pesendkirin ji aliyê Parlementoya Kurdistanê vê, proje budceya wê parêzgehê dê berkar be.
Maddeya Hestem /
Parêzgar dê xwediyê deshilata derxistina rênîsanan be, pistî ji aliyê encumena parêzgehê ve bê pesendkirin ji bo hesankariya cîbicîkirina deshilatan. 
Maddeya nehem /
Di dema dexistina her peyrew û biryareke rasterast yan nerasterast ku bandorê li ser xal û bendên vê peyrewê bike, divê razîbûna parêzgehê werbigre. 
Maddeya dehem /
Kar bi çi peyrew, biryar û rênîsanan nayê kirin ku berovajî xal û bendên maddeyên vê peyrewê bin.
Maddeya yazdehem /
Ev peyrew pas roja pesendkirinê dikeve warê cîbicîkirin ê.
Puknow
Metîn Mihemed 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî