Hevserokên YNKê û Serkonsolê Amerîkayê civiyan

  2021-01-20 13:03      49 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokên YNKê û Serkonsolê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê li Silêmanî civiyan

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), roja Sêşemmê (19-01-2021), li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li Serkonsolê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Rob Waler kir. 
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî, ewlehî û mijara hilbijartinên pêşwext li Herêma Kurdistan û İraqê hat nirxandin. 
Hevserokên YNKê tekezî li ser hewceyiya bigerxistina hewlan ji bo çareserkirina pirsan bi armanca peydakirina jiyanekî hêja ji bo hemwelatiyan û parastina aramiya deverê.
Hevserokên YNKê tekezî li ser cîbicîkirina  sîstema nenevandiyê jî kirin di çarçoveya rêkevtina ku ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de kirine ji bo beşdarîkirin di hikûmetê de. Herwiha bi xalekî giring zanîn ji bo bi hêzkirina hikûmet û parastina zêdetir ya statuya Herêma Kurdistanê û zêdetir xizmetakirina bi hemwelatiyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir li hemû parêzgehan. 
Hevserokên YNKê, karê hevbeş û bihevreyî û parastina yekrîziya nêvbera hêz û aliyan jî giranbuha nirxandin. 
Hevserokên YNKê daxwaz ji Amerîkayê kirin ku rola xwe ji bo lihevnêzîkkirina nerînên aliyên siyasî û yekalîkirina pirsgirêkan bi armanca derbasbûn ji vê qonaxê û dawîanîn bi pirsgirêkên bê çareser mayî yên nêvbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê bi cûrekî ku mafên hemwelatiyan têda hatibe parastin û êdî rê neyê dayîn, qut û debara jiyana hemwelatiyan têkel bi pirs û hevrikiyên siyasî bê kirin û jiyan û debara xelkê jî parastî be. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî