YNK têqînên li Bexdadê şermezar kir

  2021-01-22 21:59      123 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê êrişên xwekujî yên li Bexdadê şermezar kir û peyamek weşand

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, peyamek di derbarê têqînên li Bexdadê de, weşand ûragihand; armanca planrêj û encamderên wan êrişan ji nêvbirina wan hewlane ku kar ji bo çareserkirina krîzan dikin û dixwazin yekrîziya nêvbera aliyên siyasî têk bidin. 
Lahur Şêx Cengî bi dijwarî êrişên terorîstî yên xwekujî yên roja Pênceşemê (21-02-2021) yên  li Bexdadê şermezar dike ku bûne sedema şehîdkirin û birîndarbûna jimareyek hemwelatiyên bê tawan. 
Hevserokê YNKê, cîh daye van risteyan; ew êrişên terorîstî nîşaneyekî zelal in ji bo berdewamiya metirsiyên terorê û hebûna şaneyên nivîstî yên grûpên çekdar li welêt. Armanca planrêj û encamderên wan êrişan ji nêv birina  wan hewlane ku kar ji bo çareserkirina krîzan dikin û dixwazin ew yekrîziya nêvbera aliyên siyasî têk bidin ku dixwazin diyaloga niştimanî pêk bînin. 
Lahur Şêx Cengî, daxwaz ji tev hêz û aliyên siyasî dike kar ji bo parastina yekrîziyê bikin û hemû hewlên xwe ji bo pûçelkirina bizavên pîlangerî û tawankariyê bixin ger. 
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, sersaxî li kesûkarên qurbaniyan kir û ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku  rehma xwe li şehîdan bike û wana bi bihişta berîn şad bike. Heviya zû başbûnê jî ji bo birîndaran xwast. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî