Cara yekêye li Herêma Kurdistanê jinek postê cîgirê parêzgar wergirt
2021-01-31 11:51     241 Car hatiye dîtin      Şîrove
Leyla Omer bu bi Cîgira Parêzgarê Silêmaniyê
Endama Civata Parêzgeha Silêmaniyê Leyla Omer, vê sibehê (31-01-2021) bi merasîmekê ku li baregeha Parêzgeha Silêmaniyê hat lidarxistin, wek cîgira parêzgarê Silêmaniyê dest bi kar bû.
Merasîm bi amadebûna cîgirê wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Çeto Salih û parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir û serokê encumena parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn û jimareyek ji endamên Encumena Parêzgehê, pêk hat.
Cîgira Parêzgarê Silêmaniyê Leyla Omer ji bo karûbarên rêveberiyê di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku ewê kar ji bo zêdetir pêşkêşkirina xizmetê bi şêniyên Silêmaniyê bike û ligel fermangehên hikumranî yên bajarê Silêmaniyê, wek yek tîm kar bike.
Omer Qeladizêyî ku berê cîgirê parêzgarê Silêmaniyê ji bo karûbarên îdarî bû, xanenîşîn bû û Leyla Omer li şûna wî, wek cîgira parêzgar dest bi kar bû.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir