Grûpekî çekdar berpirsyariya êrişên bo ser Hewlêrê girt stuyê xwe

  2021-02-16 19:34      342 Car hatiye dîtin        Şîrove
Grûpa Ewliya Eldem (Xwediyê Xwînê) berpirsyariya êrişên mûşekî girt stuyê xwe

Grûpekî çekdar, îro (16-02-2021), bi navê Ewliya Eldem, bi rêya navnîşana xwe ya tora civakî telegramê, berpirsyariya êrişên dûhî şev bo ser Hewlêrê ragihand. 
Ewliya Eldem, ragihandiye ku çekdarên wan li dijî Amerîkayê li “Bakûrê İraqê” êrişên mûşekî pêk anîne û êrişên wan bo ser  Amerîkayê de berdewam bin û li Herêma Kurdistanê jî dê rehetiyê nedin bi Amerîkayê. 
Di êrişên duhî yên derengê şeva bihurî de 14 mûşek; sê ji wana navenda bajêr û 11ên din jî bingehên leşkerî yên Amerîkayê kiribûn armanc. 
Di wan êrişan de 3 welatiyên Herêma Kurdistanê brîndar bûn e.
Belênderek biyanî canê xwe ji dest daye û 8 belênder û serbazekî amerîkî jî brîndar bûn e. 
Puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî