Hevserokê YNKê ligel Dezgeha Destpakî û Çavdêriya Darayî ya YNKê civiya

  2021-02-25 11:52      90 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dezgeha Destpakî û Çavdêriyê dijî gendeliya darayî û îdarî rolekî giring digerîne

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, roja Çarşemê (24-02-2021), li Silêmanî, ligel Dezgeha Destpakî û Çavdêriya Darayî ya YNKê civiya.
Di destpêka civînê de berpirsa Dezgeha Destpakî û Çavdêriya Darayî ya YNKê Fewziye Nezîf Sabîr, raporek li ser kar û çalakiyên çend heyvên bihurî pêşkêş kir û ronahî xist li ser çawanî çavdêrikirina dahat û xerciyan. 
Hevserok Bafil Talebanî, ragihand ku Dezgeha Destpakî û Çavdêriyê rolekî giring di rûbirûbûna gendeliya darayî, îdarî û parastina darayiya giştî de digerîne.
Bafil Talebanî, piştevaniya xwe ya temam anî zimên û got: “deshilata we ya temam ya çavdêrî û birêvebirinê heye, serbixwe û dadgerane kar bikin û rê bi çi kesekî jî neyê dayîn astengiyê li pêş karên we durust bike”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî