Divê GK TV pirek be di nêvbera hemwelatî û deshilatê de û ligel maf û daxwazên rewa yên civakê be
2021-02-25 12:22     81 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bafil Talebanî ligel rêveber û berpirsên kanala televîzyonî Gelî Kurdistan civiya
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, roja Çarşemê (24-02-2021), li Silêmanî, ligel rêveberê kanala televîzyonî ya Gelî Kurdistan (GK tv) Burhan Hacî Elî û berpirsên beşên GK civiya.
Di civînê de ku endamê Civata Serkirdayetiyê û berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya YNKê Stran Ebdulla jî amade bû; Bafil Talebanî rewşa ragihandin, siyasî, aborî, ewlehî û pêşkevtin, biryar û helwestên YNKê anî zimên. Erk u stratejiya medyaya YNKê jî di qonaxa îroyî de ji bo kanala televîzyonî Gelê Kurdistanê (GK tv) destnîşan kir.
Hevserokê YNKê, daxwaz kir ku pêbend bin bi prensîpên pîşeyî û etîka rojnamevaniyê û bibin pirek di nêvbera hemwelatî û deshilatê de û bibin bi dengê rastîn yê xelkê û ligel maf û daxwazên rewa yên civakê bin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir