Hevserokê YNKê pêşwazî li Serokê Dîwana Sunne ya İraqa Federal kir

  2021-02-27 13:48      99 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK dê piştevanî û hevkariyê ji bo Dîwana Weqfa Sunnê bidomîn e

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (27-02-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Serokê Dîwana Weqfa Sunne Dr. Seîd Hemîd Kembeş û wefda pê re kir. 
Di hevdîtinê de ku Wezîrê Dadê yê İraqa Federal Salar Ebdulstar û endamê Polîtburoya YNKê Dr. Soran Cemal Tahîr jî amade bûn; gotûbêj li ser xurtkirina tebayî û bihevrejiyana ayinî, aştî, îstîkrar, beşdarî û hevbeşiya hemû pêkhateyan di sazî û dezgehên deshilatê û birêveberina welêt de hatkirin. 
Di despêkê de Serokê Dîwana Weqfa Sunnê, behsa kar û çalakiyên xwe kir û xweşhaliya xwe ji bo hevkarî û hemahengiyê anî zimên ku ligel YNKê heye. 
Dr. Seîd Hemîd Kembeş spas û rêza xwe ji bo YNKê anî zimên ku di dema şerê dijî DAIŞê de pêşwazî li awareyên ji navçeyên sunnê yên İraqê kiriye û hemû hevkariyên pêwîst jî pêşkêş kiriye. 
Herwiha, rola hevserok Lahur Şêx Cengî ya di warê bihêzkirina yekrîziya niştimanî û li yekûdunêzîkkirina bîrûrayên cûda û çareserkirina pirsgirêkan de giranbuha nirxand. 
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî jî bal kişand li ser rola bi bandor ya Weqfa Sunnê di warê zanist û akademî, giringîdan bi awareyan û kemkirina êş û kulên malbatên wan  de ku jiber encamên şerê dijî DAIŞê ziyan dîtin e. 
Lahur Şêx Cengî, got: “em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, tiştê me pêşkêş bi awareyan kiriye bi erkê xwe yê niştimanî û mirovî zaniye. Emê piştevanî û hevkariyê ji bo Dîwana Weqfa Sunnê bidomînin ji bo her kar û çalakî û projeyekî ku bixwazin li Herêma Kurdistan û parêzgehên din yên İraqê cîbicî bikin”.
Hevserokê YNKê, daxwaz kir ku Dîwana Weqfa Sunnê giringiyê bi Kerkûk û navçeyên qutkirî bide bi taybetî di nûjenkirin û durustkirina mizgeft, xwendingeh, navendên zanist û akademiyê de ku jiber şerê dijî DAIŞê ziyan gîhîştiye wan. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî