Rêkevtin ligel Bexdadê tenê ne ji bo budceyê ye, belku fakterekî giringe ji bo çareserkirina pirsgirêkên din bi taybetî pirsa navçeyên qutkirî

  2021-02-28 19:45      166 Car hatiye dîtin        Şîrove
Baweriya YNKê ewe ku pirsa PKKê bi rêya aştiyane çareser dibe; bijartina şer û penabirin ber rêya serbazî, pirsgirêkan aloztir dike

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî: Rêkevtin ligel Bexdadê dê statuya Herêma Kurdistanê jî xurtir bike.
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (28-02-2021), li Silêmanî, pêşwazî li serkonsolê Almanya yê li Herêma Kurdistanê Kilêmêns Zêmitner kir. 
Di hevdîtinê de ku endamê Polîtburoya YNKê Dr. Soran Cemal Tahîr û berpirsê Dosyeya Peywendiyên Derve yê YNKê Serkewt Mihemed Xefur jî amade bûn; gotûbêj li ser rewşa giştî, hilbijartinên siberojê û çawanî xurtkirina peywendiyên nêvbera herdu aliyan hat kirin.
Hevserokê YNKê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya rola Almanya ya li Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî DAIŞê de di çarçoveya Hevpeymaniya Nêvdewletî de. Bi vê nerîngehê, spasî gel û hikûmeta Almanyayê kir ku bi dabînkirina çek û pêdiviyên serbazî û perwerdekirina hêzên Pêşmerge, alîkariya Herêma Kurdistanê kir.
Lahur Şêx Cengî di derbarê hewlên pêkanîna rêkevtinê di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal de tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), palpiştiya herdu aliyan ber bi çareserkirina pirsgirêkan û rêkevtineke yekalîker dide ku di nêv de pişka Herêma kurdistanê di budceyê de diyar bike û miaşên miaşxwerên Herêma Kurdistanê bê mîsogerkirin û êdî, qût û debara jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nekin qurbaniya hevrikî û berjewendiyên taybet. 
Lahur Şêx Cengî: “Rêkevtin ligel Bexdadê tenê ne ji bo budceyê ye, belku fakterekî giringe ji bo çareserkirina pirsgirêkên din bi taybetî pirsa navçeyên qutkirî. Herwiha, dê statuya Herêma Kurdistanê jî xurtir bike”.
Lahur Şêx Cengî, serinc kişand li ser azadiya raman li Herêma Kurdistanê ku yek ji şîarên sereke yên YNKê ye û di vê çarçoveyê de tekezî li ser berfirehkirina bergeha azadiya raman û serederiya hemdem ligel rojnamenivîsan û çalakvanan kir ji bo pêşxistin û bihêzkirina payeyên azadî û demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.
Di derbarê helwestê YNKê li ser pirsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de Lahur Şêx Cengî, tekez kir ku baweriya YNKê ewe ku ev pirs bi rêya aştiyane çareser dibe; bijartina şer û penabirin ber rêya serbazî, pirsgirêkan aloztir dike.
Serkonsolê Almanya yê li Herêma Kurdistanê jî spasî Hevserokê YNKê kir ji ber helwest û nerîn û rastbêjiya wî di derbarê wan pirsgirêkên gotûbêj li ser hatine kirin û hevrayiya xwe jî nîşan da. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî