Lahur Şêx Cengî ji bo Mesrûr Barzanî: Te bi temamî bawerî ji dest daye

  2021-03-03 18:03      116 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê nerazîbûna xwe li ser mijara destwerdana di karûbarên dadgehê de nîşan da

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (03-03-2021) di derbarê hewlê azadkirina wan kesên êriş birine ser parlementer Xalib Mihemed de peyamek weşand.

Teksta peyamê:
Deswerdanê di karûbarên dadgehê de dikin ji bo ku ew sê kes bên azadkirin û wê dosyeyê veşêrin û bê jibîrkirin; lewre, ez ji Serokwezîrê Hikûmetê re dibêjim, te bi temamî bawerî ji dest daye, eger wiha nebûya te ev yek qebûl nedikir.
Her ew hikûmet e ku li ser dosyeya desbisergirtina 5 çalakvanên Behdînanê, daxwaz ji hemû aliyan dikir, destwerdanê di karûbarên dadgehê de nekin; lê, heman hikûmet bi aşkere û bi gefxwarinê daxwaza azadkirina 3 efserên Dezgeha Îstîxbarata Herêma Kurdistanê dike ku ji ber dosyeya êrişa ser parlementer Xalib Mihemed hatine girtin. 
Puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî