Hevserokê YNKê serdana Mala Bisalaçûyan kir

  2021-03-04 15:43      95 Car hatiye dîtin        Şîrove
Lahur Şêx Cengî, jiyanekî hêja û guncaw ji bo Mala Bisalaçûyan girabuha zanî

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (04-03-2021), li Silêmanî, serdana Mala Bisalaçûyan kir û jimareyek kal û pîr li wê jiyanê bi ser dibin û ligel wane taştê xwar.
Lahur Şêx Cengî, beşdarî vexwandina taştê kir ku ji aliyê Dezgeha Mirovî ya Mam ve hatibû rêkxistin. 
Lahur Şêx Cengî, spasî karmendên Mala Bisalaçûyan û Rêveberiya Çavdêriya Civakî kir ku serederiyek mirovane ligel wan dayk û bavan dikin.
Hevserokê YNKê tekez kir ku divê jîngeyekî guncaw û jiyanekî hêja ji bo dayk û bavên li wê malê dimînin bê dabînkirin û piştevaniya xwe jî anî ziman ji bo dabînkirina pêdiviyên wan. 
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî