Hikûmeta İraqê, hêj, erk û pêbendiyên yasayî beramber bi Helebceyê bi temamî cîbicî nekiriye

  2021-03-16 00:49      646 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyama Polîtburoya YNKê bi helkevta 33hemîn salroja kîmyabarankirina Helebceyê

Teksta danezana Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK):
33 sal bi ser jenosîd û bombebarankirina bajarê Helebceyê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî derbaz dibe. Jinesoîdek ku mirin, xwîn û firmêsk ji bo gelê me anî û têde bi hezaran hemwelatiyên bê tawan şehîd, brîndar, aware û bêserûşûn bûn; paş zêdetir ji 30 salan, hêj jimareyekî zêde ji brîndaran xwedî pirsên tenduristî yên kûr in. 
Di vê bîranîna xemgîniyê de carekî din serê rêz û wefayê di astê şehîdên Helebceyê de diçemînin û slavê berxwedêriyê ji bo brîndar û berketiyên kîmyayî re dişînin. Slavê emekdariyê ji bo xelkê Helebce, parêzgeha şehîdan, melbenda herdem zindî ya kurdayetî û çand û wêje û zanistê re dişînin ku herdem mijûlî xebat û qurbanîdanê bûn ji bo rizgarî û serfiraziya Kurdistanê. 
Kîmyabarankirina Helebce ku ligor yasa û peymanên nêvdewletî bi temamî dij bi mirovatiyê ye û bi jenosîd tê pejirandin, wek Hîroşîma û Nakazakî û çendîn tawanên din; zîrweya siyaseta şoven ya Rejîma Beasê bû ku ligel zincîreyek tawanên din wek Enfal, asîmîle û guhertina demografiyê di çarçoveya stratejiya qirkirina nejadî de dijî Gelê Kurdistanê dihat pêk anîn. 
33 salin ligel vejandina jiyan û avadaniyê, heta niha êş û brîna kîmyabarandinê ya Helebceyê bi temamî sarêj nebû ye. Ligel gîhiştin bi cezayên xwe beşek ji tawanbarên dosyeya tawanê ya Helebceyê, hêj Hikûmeta İraqê erk û pêbendiyên yasayî beramber bi Helebceyê bi temamî cîbicî nekiriye, wek cîbicî nekirina biryarên Dadgeha Bilind ya Tawanan  a İraqê. 
Niha jî Helebce parêzgehe û xwediyê sazî û dezgehên xwe ye ku bûye qiblegeh û mezarê rêzlêgirtinê ji bo me û xerîban, em ji siberojek geş û rûnak ne dilniyane. Helebce wek temamê Kurdistanê ji rêkevtinek hêja ya destûrî, rêkevtinek bawerîpêkirî yê mafên darayî u aborî yên xwe nehatiye dilniyakirin. Helebce wek herdem ji bo me mezar û bibîranîna zilm  û mazlûmiya gelê me ye û heta heqê xwe bi temamî bistîne û heta brînên wê baş bibin, hewl û xebata me dê berdewam be.
Di vê bîranînê de em tekez dikin, Parêzgeha Helebce û tev parêzgeh û bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, tenê bi saya îdareyekî nemerkezî ya darayî û îdarî dê bi bandor bin û bilez dê avadanî û vejînê bi xwe ve bibînin. Tenê, bi xwasta reformxwazî, rastkirina rêya hikumranî û aktîfkirina rola Kurdistanê di hevkêşên İraqê de dê ji armanc û awatên xwe nêzîk bibin; lewre Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo bigihêje wan armancan ji çi fedekariyekê nareve. 
-Em serê rêz û wefayê li pêşiya demjimêr 11:00ê roja 16ê Adarê, li pêşberî kelên ezîzên me yên şehîd li Helebceya Şehîd diçemînin.
-Serwerî ji bo şehîdên Kurdistanê.
                                                                                               Polîtburoya 
                                                                             Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî