Hevserokên YNKê û nûnerên Amerîkayê pêşkevtinîn dawîn nirxandin

  2021-04-13 19:46      41 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokên YNKê pêşwazî li Balyoz û Serkonsolê Amerîkayê kirin

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî, îro (13-04-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li İraqê Masyo Toler û Serkonsolê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Rob Waler kirin. 
Di civînê de gotubêj li ser pêşkevtinên dawîn û guherînên siyasî, ewlehî û aborî yên li Herêma Kurdistan û İraqê rû dane, hat kirin. Bi taybetî, metirsiya paşmayên DAIŞê li ser ewlehî û îstîkrara Rojhilata Navîn, hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê û gotûbêjên stratejîk yên nêvbera Amerîka û İraqê û pesendkirina budceya giştî ya İraqê hatin nirxandin. 
Hevserokên YNKê nerîn û pêşniyar û biryarên YNKê derbarê pêşkevtin û pisgirêkên de anîn zimên û bi giringî behsa pesendkirina budceya giştî ya İraqê û çespandina para Herêma Kurdistanê kirin. Tekez kirin ku pêwîste budce ji bo geşekirina aborî û pêkanîna xweşguzeranî û baştirkirina debara jiyanê bê tevgerandin û pêngava hanê jî bi destpêkeke baş ji bo durustkirina baweriyê di nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê de zanîn. 
Hevserokên YNKê encamdana hilbijartinên pêşwext yên Parlementoya İraqê di dema xwe ya diyarkirî de û bi awayê pak û zelal birêveçûna hilbijartinê bi çavdêriya navendên nêvdewletî û dûr ji destwerdanan ku rengê îradeya hemu pêkhateyan li xwe bigre, giranbuha zanîn û karê hanê jî bi fakterê îstîkrara siyasî, ewlehî, aborî u civakî binavkirin.
Derbarê tevgerên paşmayên DAIŞê de herdu aliyan nerînên xwe par kirin; hemahengiya zêdetir ya nêvbera Hêza Pêşmerge û Artêşa İraqê ligel hêzên Hevpeymaniya Nêvdewletî ji bo têkoşîna dijî paşmayên terorîstan û îstîkarar zêdetir ji bo Herêma Kurdistan û İraqê giranbuha nirxandin. 
Hevserokên YNKê derbarê rewşa nêvxwe ya Herêma Kurdistanê de xwasta partiya xwe ku yekrîzî û yekdengiyê li xwe digre ligel tev aliyên kurdistanî anîn zimên û bi xalek giring zanîn ji bo geşbûna zêdetir ya Herêma Kurdistanê di tev waran de. 
Herwiha, tekezî li ser cîbicîkirina tev xalên wê rêkevtinê kirin ku ligel Partiya Demokrata Kurdistanê îmze kirine ji bo beşdarîkirin û birêvberina hikûmetê ku dê bibe hevîna zêdetir îstîkrara Herêma Kurdistanê û peydakirina jiyanekî hêja û pêşkêşkirina xizmetên zêdetir bi civaka Kurdistanê. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî