Divê rêkevtina nêvbera İraq û Amerîkayê ligel rewşa Rojhilata Navîn, İraq û Kurdistanê bê guncandin

  2021-04-13 20:48      52 Car hatiye dîtin        Şîrove
Cîbicî kirina madde û birgeyên destûrê çareseriya giştiye ji bo hemû pirsan

Endamên Civata Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar û Hakim Qadir Heme Can, îro (13-04-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li İraqê Masyo Toler û Serkonsolê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Rob Waler kirin.
Di hevdîtinê de piştî ku bi navê Serokê Encumenê Bala ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî û endamên wê, bi germî xêrhatin kir, Mela Bextiyar dilxweşiya nîşanda ku Serok Co Bayden hewl dide bi rêya dîplomasiyê pirsan çareser bike û ragihand ku divê rêkevtina nêvbera İraq û Amerîkayê ligel rewşa Rojhilata Navîn, İraq û Kurdistanê jî bê guncandin. 
Mela Bextiyar, da zanîn ku ev rewşa heyî divê bê derbaskirin, çunkî hêj İraq ji DAIŞ û metirsiyên wê rizgar nebûye; lewra, pêwîstiya İraq û Kurdistanê bi rol û piştivaniya Hevpeymanan heye di warên lojîstîka serbazî û ewlehiyê de. 
Mela Bextiyar, rêkevtina nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê li ser budceyê bi pêngavekî baş zanî û got: “lê, ev mijar ne çareseriya giştiye ligel İraqê, pirsgirêkên Maddeya 140, Pêşmerge, cîbicî kirina madde û birgeyên destûrê çareseriya giştiye ji bo hemû pirsan”.
Mela Bextiyar diyar kir ku rewşa siyasî û ewlehî ya İraqê, encamên hilbijartinên giştî yên Cotmeha îsal, peywedidarin bi danûstanên çarenivîssaz yên nêvbera Amerîka - Awrûpa – Îranê li ser pirsa etomî û ambargoya sepandî li ser wî welatî. Li ser vê mijarê, Mela Bextiyar daxuyand ku gîhiştina bi rêkevtineke guncaw dê bandora erênî li nêv İraq û Rojhilata Navîn bike. 
Hakim Qadir Heme Can jî di axaftina xwe de serinc kişand li ser giringiya rêkevtina stratejîk ya nêvbera İraq û Amerîkayê, bêku rewşa ewlehiyê bê pişguhxistin. 
Hakim Qadir Heme Can, da zanîn ku pêwîstiya YNKê û PDKê bi çareseriya esasî ya pirsgirêkan heye, bi taybetî İraq pêbend bi destûrê nabe û erkên xwe yên yasayî cîbicî nake. 
Balyozê Amerîkayê jî bi zelalî li ser giringiya serkevtina danûstanên stratejîk ya Amerîka û İraqê sekinî, bi li berçavgirtina metirsiyên DAIŞê. Peywendiyên nêvbera Amerîka û Herêma Kurdistanê jî bi giring zanî. 
Balyozê Amerîkayê tekezî li ser çareseriya pirsên siyasî yên YNKê, PDKê û aliyên din jî kir. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî