YNK bi berdewam dê xizmeta Qeladizê, Pişder, Bitwên û xelkên wê yên qehreman û têkoşer bike

  2021-04-24 21:44      75 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyama hevserok Lahur Şêx Cengî bi helkevta 47mîn salroja bombebarankirina Qeladizê

Peyama Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî bi helkevta 47mîn salroja bombebarankirina Qeladizê:
Îro, em şehîdên herdu tawanan û bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî û serhildana girseyî ya ew bajarê berxwedêr bibîr tînin; bîranînên wan giranbuha dinirxînin, serê rêz û wefayê ji bo şehîdên nemir diçemînin. 
47 sal beriya niha, roja 24ê Nîsana 1974ê Qeladizêya berxwedêr û Zanîngeha Silêmanî ji aliyê balafirên şer yên Rejîma Beasê ve bi çekên qedexekirî ve (napalm) hatin bombebarankirin. Jimareyek zêdet xelkê sivîl yê qeladizê û xwendkar, mamoste û fermanberên Zanîngeha Silêmanî ku wê demê li Qeladizê bû, şehîd û birîndar bûn.
Paşê di 24ê Nîsana 1982ê de di heştemîn salroja bomberanê jî de xelkê qehreman yê wî bajarî berxwedêr ji bo rêzgirtin li şehîdên bombebaranê û dijî zilm û zora Rejîma Beasê, nerazîbûna girseyî dijî sazî û dezgehên serkutker yên rejîmê lidarxistin. Lê ji aliyê hêz û îstîxbaratên Beasê ve bu gulleyan bersiv hat dayîn û di encam de du jinên qehreman bin navên Dayke Amîne û Xuşke Sinewber şehîd bûn û bi dehanên din jî birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin zindanîkirin. 
Paşê di sala 1989ê de ji aliyê Rejîma Beasê ve xelkê egîd û berxwedêr yê vî bajarî ku du caran şehîde, bi zorê ji bo kampên Hewlêr û Silêmanî hatin veguheztin. Piştre bi pîlana Beas û bi hovane ew bajar bi temamî hat rûxandin. 
Ev tawana hovane û nemirovî ya rejîma jinêvçûyî, hemawayên tawanên din wek enfal û kîmyabarankirinê bûn ku di çarçoveya jenosîdkirin û jinavbirina Gelê Kurd de pêk anî jiber ku nasnameya Kurd hilgirtibûn. 
Di vê çarçoveyê de em dubare dikin ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê berdewam be di xizmetkirina Qeladizê, Pişder, Bitwên û xelkên wê yên qehreman û têkoşer de. Em daxwaz dikin hikûmeta Federal, kesûkarên şehîdan û ziyanliberketiyan bi maddî û manewî qerebû bike. Aliyên peywendîdar yên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî avedanî û xizmetguzariyên zêdetir pêşkêş bi wan navçeyan bike û daxwazên xelkê cîbicî bike. 
Slav li ruhê pak yên şehîdên Qeladizê û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî