YNK û Goran bi hevpeymanî beşdarî hilbijartinên Parlementoya İraqê dibin

  2021-05-02 00:12      194 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK û Goran bi lîsta hevbeş dê beşdarî hilbijartinên giştî yên İraqê bikin

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran  “Hevpeymaniya Kurdistan” pêk anîn û Lahur Şêx Cengî dê serokatiya wê bike. 
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Soran Cemal Tahîr, bi PUKNOW, ragihand; hevpeymaniya YNKê û Goranê bi navê “Hevpeymaniya Kurdistan” li Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên İraqê hat tomarkirin û Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî dê serokatiya hevpeymaniyê bike û dê yek logaya wan ya hevbeş hebe. 
Dr. Soran Cemal, got: “YNK û Goran bi yek lîst dê beşdarî hilbijartinên Parlementoya İraqê bikin”.
Endamê Polîtburoyê, aşkere kir ku hevtêgîhiştina Hevpeymaniya Kurdistanê ligel Yekgirtiya Îslamî  ya Kurdistanê û Komela Dadgerî ya Kurdistanê heye û serkirdayetiya nû ya YNKê û Hevserokên YNKê, wek peyman dabûn dê sozên xwe bibin ser û hewil bidin li Parlementoya İraqê kodengiyekê pêk bînin ku ev jî daxwaza hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî